Xizmên Windayan aqûbeta Ender Togcu pirsîn
Xizmên Windakiriyan û ÎHD’ê aqûbeta Ender Togcu ku beriya 30 salan hatî windakirin pirsîn û xwestin ku kiryar bên eşkere kirin.
Amed- Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 826’an a çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê ya navçeya Rezanê hatin ba hev.
Gelek Xizmên Windayan û parastvanên mafan jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin û bi cînayetên kiryarnediyar hatin qetilkirin li ser bû, hate hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Ender Togcu ku di 29’ê Mijdara 1994’an de li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê hatibû revandin û êdî agahî jê nehate girtin ji aliyê endamê Komîsyona Windakiriyan a ÎHD’ê Firat Akdenîz ve hate xwendin.
Serpêhatiya windabûna Ender Togcu
Serpêhatiya windabûna Ender Togcu wiha ye: “Ender Togcu zewicî û bavê zarokekê bû, di 29’ê Mijdara 1994’an saet 22.00’an de polîsan bi ser mala bavê Ender Togcû, Huseyîn Togcû de girtine, tundî li wan kirine û pirsa Togcû kirine. Polîs bi heman awayî bi ser mala birayê Togcû Alî Togcû de jî digrin. Bi heman awayî ji wî re jî pirsa Ender Togcû dikin. Alî Togcu ji polîsan re dibêje, ‘saet di 15.00’an de ji cem min çû niha nizanim li ku ye’. Pişt re polîs careke din vedigerîn mala bavê Ender Togcû û dibêjin, ‘li mala we çek heye hûn dê çekê radestî me bikin’ û diçin çekê derdixin û dibêjin cihê ku we çek lê veşartiyê zarokê we Ender ji me re gotiye û saet di 24.00’an de ji malê derdikevin.
Bira dibin çavan de dengê qêrînê dibihîse
Birayê Ender Togcû piştî bûyerê rojekê li kahwexaneyê ji aliye polîsan ve tê binçavkirin, 3 rojan di bin çavan de pirsan ji wî dikin. Bira Alî Togcû ji polîsan re dibêje ‘min ew nedîtiye’ li ser vê gotinê, polîs dibêjin ‘derewan neke me ew girtiye li ser wî lîsteyek derket. Di wê lîsteyê de bihayê bêtêl û pîlan jî hebû.’ Li gor gotinên bavê Ender Togcû Huseyîn Togcû, birayê Ender Togcû Alî Togcû di bin çavan de qerîna Ender dibihîse. Alî Togcu piştî sê rojan li ser rêya Erganiyê tê berdan. Tevî serlêdanên malbatê jî tu agahî ji Ender Togcû nehatine girtin. Bav Huseyîn Togcû piştî zarokê wî Ender Togcû tê windakirin her meh serî li Dadgehên Ewlekariyê yên Dewletê (DGM) dide lê jê re bersiv didin û dibêjin, ‘Zarokê we nehatiye binçavkirin di nav lîsteya binçavkirinan de navê wî tune ye.’ Birayê wî jî serî li qereqolê çarşiyê dide lê tevî ku bi ser re 30 sal derbas bûne jî derbarê windakirina Ender Togcû de tu agahî nayên girtin.”
Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.