Xizmên Windayan aqûbeta Alî Tekdag pirsîn
Xizmên Windayan, li Amedê aqûbeta Alî Tekdag ê di sala 1994'an de li Amedê li nava kolanê bi darê zorê li wesayîtê hate siwarkirin û revandin, pirsîn.
Amed - Xizmên windakiriyan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 718’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin, vê hefteyê aqubeta Alî Tekdag ê di 13'ê mijdara 1994'an de piştî li Deriyê Çiyê yê navçeya Sûra Amedê hate binçavkirin û dû re hate windakirin pirsîn.
‘Dewlet hê jî înkar dike’
Xwişka Alî Tekdag ku hatiye winda kirin Îffet Mûtaş a axivî, bi lêv kir ku hetanê xwîna xwe ya dawiyê ew dê pey kesên hatine windakirin bin. Îffet Mûtaş, diyar kir ku ew hestiyên birayê xwe dixwaze û ew biçe jî dê zarokên wan pirsa windakiriyan bikin. Îffet Mûtaş di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em dizanin ku birayê min hatiye binçavkirin lê dewlet hêj jî înkar dike. Ez heqê xwe helal nakin. Em xilas nabin, em pir dibin, şîn dibin û na qedin. Birayeke min jî sala 1993’yan hate qetilkirin. Em gor û hestiyên xwe dixwazin. Heta faîl neyên cezakirin em dest ji tekoşîna xwe bernadin.”
Hevjîna Tekdag şahidê bûyerê bû
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz çîroka Alî Tekdag ê di 13’yê mijdara 1994’an de li Deriyê Çiyê yê navçeya Sûra Amedê hatiye windakirin xwend. Akdenîz, xwest ku berpirsyar bên tespîtkirin û darizandin û ji bo Alî Tekdag edalet xwest.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.