Xizmên Windayan: Ali Muldir 28 salin li ku ye?
Xizmên Windayan ên 685 carin li Amedê tên gel hev aqubeta Ali Muldir ê 28 salin windaye pirsîn.
Amed - Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê wek her hefteya 658’an de jî li ber bîrdariya mafê jiyanê ya Parka Koşûyolû yê kom bûn û li aqûbeta windayan pirsîn, xwestin kujer bên dîtin û cezakirin. Di çalakiya vê heftê ya nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn û di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin de çalakgeran li aqûbeta Alî Muldir ê 28 sal berê li navçeya Sîlopiya Şirnexê hatibû windakirin, pirsîn. Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn destpêkê axivî û got ku 658 hefte ye ew ji bo aqûbeta windayan bipirsin têdikoşin û ew têkoşîna xwe wek “lêgerîna heqîqetê” pênase dikin.
Pişt re Sekreterê ÎHD’a Amedê Ferhat Berkpinar jî serpêhatiya windakirina Alî Muldir xwend û destnîşan kir ku tevî hemû lêgerîn û pêvajoyên darazî jî heta niha ji Ali Muldir agahî nehatiye girtin.
Piştî daxuyaniyê Xizmên Windayan û beşdarên çalakiyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin.