Xizmên komkûjiya Hewlêrê daxwaza çarenûsa zarokên xwe kirin

Li Silêmanî kes û karên şehîdên Komkûjiya Hewlêrê daxwaza çarenûsa zarokên xwe kirin û daxwaznameyek radestî ofîsa parlamentoyê kirin.

Silêmanî - Kes û karên şehîdên Komkujiya Hewlêrê îro li ber derê ofîsa Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya li Silêmaniyê kom bûn û daxwaznameyek radestî ofîsa parlamentoyê kirin.

Di daxwaznameya ku ji ofîsa Parlementoya Herêma Kurdistanê re hatiye pêşkeşkirin de wiha hat gotin: “25 sal li ser komkujiya Hewlêrê ku PDK’ê û dewleta Tirk pêkanî bûn, derbas bû. Li ser çarenûsa wan, tevî hemû hewldanan ti agahiyek nîn in. Em dixwazin çarenûsa zarokên me werin eşkerekirin, hikumet û saziyên peywendîdar bi fermî bersiva me bidin. Eger hatine şehîd xistin, cihê gorên wan û hestiyên wan bidin. Eger sax in û di girtîgehê de ne, bila azad bikin. Divê dawî li hemû dagirkerî û şer were anîn, bi taybet jî dagirkeriya dewleta Tirk. Ev dagirkerî bûye sedema malwêranî, talana xweza û xaka Kurdistanê. Ji bo wê pêwîste parlamento li ser vê mijarê kar bike, ji bo lêkolîna qurbaniyên şerê navxweyî û Komkujiya Hewlêrê, komîsyonek ava bike. Pêwîste Serokê Herêmê bi fermî daxwaza lêborînê bike û ji me re bêje, êdî şerê Kurd bi Kurd li Kurdistanê nayê kirin.”

Daxwazname radestî Biryardera Lijneya Kar û Barê Civakî û Parastina Mafê Mirovan ya li parlamentoyê Bedriye Îsmaîl, parlamenter Ebubekir Helednî û Balanbo Mihemed hate kirin.

“Komkujiya Hewlêrê bi plana PDK’ê hat pêkanîn”

Çalakvan Banû Helepceyi derbarê komkojiya Hewlêre de da diyarkirin ku ev komkujî bi plana PDK’ê hat pêkanîn û ji ber vê yekê gelek kes şehîd ketin û wiha got: “Em weke çalakvan û kesûkarê vê komkojiyê vê rojê û vê partiyê şermezar dikin ku xwe weke dostê Kurdan diyar dike, lê belê li dijî Kurdan bû û dixwazin rola Kurdan tune bikin û hertim rê li ber azadiyê digrin. Ne tenê îsal em her sal daxwazname radestî parlementoya Kurdistan û hikumeta herêma Kurdistanê dikin ji bo dayîna cenazeyê şehîdên me. Lê belê piştî 25 salan heta niha dengek nîne û heta niha tu xeber û cenzayek yê van şehîdan nedane kes û karê wan.”