Xizmên girtiyan: Ma heq, hiquq û edalet ev e?

Çalakiya nobeta edaletê ya xizmên girtiyan û xizmên kesên ku înfaza wan hatiye şewitandin di roja 385’an de berdewam dike. Di çalakiyê de careke din bang li rayedaran hat kirin.

Amed- Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên Amedê ku bi mabesta girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan dabûn destpêkirin di roja 385'emîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya îro li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê li dar xistin. Rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê piştgirî da çalakiya malbatan.

Di çalakiya nobetê de dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan Nazîma Boltan axivî û destnîşan kir ku divê hemû girtiyên nexweş werin berdan û wiha got: “Li meclisê heta îro rewşa girtiyên nexweş nehatiye axaftin. Mafê zarokên me jî heye, çima zarokên me ji heq û hiqûqê bêpar tên hiştin? Bila dubendiyê nexin navbera girtiyan. Çima ên ku sûcê tiryakê yan jî tişteke din kirine hemû mafên wan hene lê ji bo girtiyên siyasî tune ye. Tu sûcekî zarokên me tune ye, ew jî dizanin hemû dinya jî dizane ku zarokên me ji ber çi di girtîgehê de ne. Ji bo zarokên me û girtiyên nexweş werin berdan em ê her dem daxwaza edaletê bikin. Divê zarokên me demildest bên berdan."

'Ev şerma vî welatî ye'

Nazîme Boltan diyar kir ku 5 sal in lawê xwe Ciwan Boltan nedîtiye û wiha got: “Zarokên me dibin cihên ku ji me dûr in, derfetên min tune ne ku biçim lawê xwe bibînim. Bila zarokên me bînin cihên nêzî me da ku em bikaribin wan bibînin. Girtiya 30 salan Şadiye Menap het berdan û piştî berdanê careke din wê girtin. Ev şerma vî welatî ye. Ma heq, hiqûq û edalet ev e? Ma zarokên me vê heq dikin? Ji ber ku em Kurd in ev tişt li me tên kirin.”

Çalakiya nobeta edaletê bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Heq, hiqûq edalet’ bi dawî bû.