Xizmên girtiyan: Ji ber ku kurd in nayên berdan
Xizmên girtiyan di roja 218’an a çalakiya xwe de, careke din banga berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin kirin.

Amed- Xizmên girtiyan ên ku dixwazin girtiyên nexweş ên înfaza wan hatine şewitandin û rewşa wan giran e bên berdan, îro jî di nobeta edaletê de bûn.
Ji malbatê girtiyan ku li ber Edliyeya Amedê hatin cem hev re, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî, Piştgirî û Piştevaniya bi Kesen Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amede jî piştgirî dan.
“Ev edalet û wijdaneke çawa ye?”
Di çalakiyê de ewil dayika girtiyê nexweş Civan Boltan, Nazîme Boltan mafê axaftinê girt. Nazîme Boltan diyar kir ku tevî serma û germahiyê jî bi meha ye çalakiya xwe didomînin û wiha got: "Em bang li rayedarên dewletê dikin û edaletê dixwazin. Ger edalet hebûya, em li wan kuçeyan nedigeriyan. Zarokên me nexweşin, bila qanûnên xwe pêk bînin. Çima raporên zarokên me nadin? Girtiyên ku 30 salin di girtîgehê de û cezayê wan qediyaye bila berdin. Çima înfaza wan dişewitînin? Zarokê min li Boluyê ragirtî ye û ev bû 4 sal min ew nedîtiye. Ev edalet û wijdaneke çawa ye?”
“Ji ber ku kurd in nayên berdan”
Piştre jî xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, Încî Guler axivî. Încî Guler jî bal kişand ser bêdengiya partiyên siyasî û wiha axivî: “Ev çend meh in em daxwaza edaletê dikin. Zarok, xwişk û birayên me ev 30 sal in di girtîgehê de ne. Lê ji ber ku kurd in nayên berdan. Bila qanûnên xwe pêk bînin. Partiyên siyasî yên ku ji daxwazên me re bêdeng dimînin jî hevkarên vê bêedaletiyê ne. Girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Em naxwazin cenazeyên girtiyan ji girtîgehan derkevin.”
Çalakiya xizmên girtiyan bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.