Xizmên girtiyan: Heta tecrîd ranebe em di nava çalakiyan debin

Jinan derbarê çalakiyên greva birçîbûnê û binpêkirinên mafan li girtigehan de axivîn û xwestin ku demek ji ya din zûtur gav were avêtin û diyarkirin ku heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî nebe wê di nava çalakiyan debin.

MEDÎNE MAMEDOGLÛ

Amed- Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji pirsgirêak Kurd re çareseriya siyasî di 27’ê Mijdarê de dabûn destpêkirin berdewam dike. Ji derveyî grevê, girtiyan biryar girtin ku heta sê mehan dernakevin hevdîtin, telefon û dadgehan, bi bangên ku dikin bale dikêşin ser biryardariya çalakiyên xwe. Bi destpêkirina grevê re di meha Kanunê de, xizmên girtiyan Nobeta Edaletê ku ji bo bibe dengê girtiyan destpêkir, giha qonaxek din û xizmên girtiyan bang li Wezîrê Edaletê û gel kir û gotin ‘Guhê xwe ji vê dengî re negirin.’

Bi destpêkirina greve re, binpêkirinên li girtîgehan heye hê zêdetir bû, girtiyên di grevê de dibin navê cezayê disipline de, cezayên hevdîtin, têkilî û çûna nexweşxaneyê didin. Îdareya girtîgehê van cezayên disipline weke hincet dide nişandan, infazên wan taloq dikin. Xizmên girtiyan ên ku Nobeta Edalatê digrin biryar dan ku çalakiya xwe hê bilintir bikin.

‘Çi dibe bila bibe em li pişt wanin’

Ji xizmên girtiya Remziye Bilir bal kişand ser grevên birçîbûnê û binpêkirinên mafan ên ku berdewam dike û diyarkir ku di pêvajoya heyî de hemû tiştên ku hatin gotin hatin ji bîrkirin û berpirs gava pêwist neavêtine û got: “Daxwazên zarokên me daxwazên mene. Heta ku ev çalakiya wan ya greve berdewam bike, em ê li pişt wan bin. Li vêderê û li cihek din. 5 meh derbas bûn, êdî kes dengê girtîgehan na bihîs e. Ew tiştên ku em dibêjin diçe guhek yê mirovan û ji guhê din derdikeve. Ev mirov ji bo daxwazên xwe yên hiqûqî bînin ziman dikevin greva birçîbûnê. Ev bêdengî êdî bese. Em hertim li kêleka wanin. Divê ev tecrîd bi dawî bibe. Divê ev bê hiqûqî bi dawî were. Heta berdewam bike em ê li ser lingan bin.”

‘Divê wezaret hê nebûyî dereng gav biavêje’

Hevseroka Şaxa Amed ya Komeleya alîkarî ya bi malbatên girtiyan re (TUAY-DER) Hatîce Guneş derbarê pêvajoya heyî de nirxandin kir. Hatîce Guneş da zanîn ku malbat ev bi mehane ji bo bibin dengê girtiyan di nava çalakiyan dene û got: “Divê demê de hem malbat û hem jî girtî rastî binpêkirinên mafan tên. Destur nayê dayîn ku malbat daxwazên xwe bînin ziman. Di pêvajoya ji niha şûnde wê hem dengê xizmên girtiyan û hem jî dengê gel were bihîstin, em ê xebatên cûda bidin meşandin.”

Hatîce Guneş destnîşan kir ku pêşniyarên xizmên girtiyan û bername wê di pêvajoya pêşiya me de eşkere bibe û got: “Malbatên girtiyan bi mehane bê hiqûqiya tên jiyan kirin anîn ziman. Ev mafê wan yê herî xwezayî ye, lê belê gelek caran hatin asteng kirin. Binpêkirinên li girtîgehan tê jiyîn her roja ku diçe zêde dibe. Hedef dikin mirovan bitirsînin û bêdeng bikin. Naxwazin kes derbarê girtîgehan de axaftinekê bike. Lê belê ne em ne jî xizmên girtiyan wê bedeng nebin. Em ê bikaranîna mafê xwe yê herî xwezayî berdewam bikin.”

‘Bila hevdîtina malbat û parêzeran were pêkanîn’
Hatîce Guneş bi bîrxist ku divê tecrîda ku heye demildest rabe û got: “Divê Wezîrê Edalatê divê mijarê de tişta dikeve ser milê pêkbîne. Li hindir bi hezaran mirov ji ber daxwazekê di greva birçîbûnê dene. Em dizanin ku wê ev grev berdewam bike. Ji bo ev bê hiqûqî hê zêdetir nebe, divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin. Hê nebûyî derneg divê hevdîtina parêzer û malbatan were pêkanîn. Em ji bo azadiya civakî têkoşînê dikin. Divê xalê de gava ku were avêtin, rakirina tecrîdê ye. Ne dayîk ne jî gel êşê naxwaze. Hê nebûyî derneg divê hiqûq were pêkanîn û pêvajoya demoqratîk destpê bike.”