Xizmên Girtiyan: Ewlehiya jiyana zarokên me nîn e!

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê di encama pêkûtî îşkenceyan de wisa li girtiyan dikin ku girtî hewl didin xwe bikujin. Xizmên girtiyan ên li hemberî vê yekê bertek nîşan dan, bal kişandin ku ewlehiya zarokên wan nîn e.

Stenbol – Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5 a Sîlîvriyê 6 girtî ji ber pêkutî û îşkenceya pergalî hewl dan dawî li jiyana xwe bînin û di encamê de Serhan Yilmaz jiyana xwe ji dest da û Halîl Kasan jî rakirin nexweşxaneyê. Der barê mijarê de Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, li avahiya komeleyê daxuyani da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wisa li girtiyan kirine ku girtiyên bi navê Coşkun Agca, Abdulmenal Çetîn, T. Okçu, O. Hacioglu, H. Masal û Alî hewl dane jiyana xwe bi dawî bikin.

“Kurê min got ku ewlehiya wî ya jiyanî nîn e”

Avniye Çetîn a dayika Abdulmenal Çetîn di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku roja înê kurê wê lê geriyaye û jê re gotiye ewlehiya wî ya jiyanê di xeterê de ye. Avniye Çetîn da zanîn ku piştî vê agahiyê 5 rojan ji kurê xwe agahî negirtiye, ruxmê li ser vê yekê gilî li dozgeriyê kiriye jî tu bersiv negirtiye û wiha got: “Ji bo dîtina kurê xwe ez çûm girtîgehê lê min negirtin hundir. Gotinek got û telefona wî hat girtin. Piştî wê rojê min careke din jê agahî negirt. Ez çûm girtîgehê jî lê gardiyanan me negirtin hundir û li ser dengê xwe bi ser me ve bilind kirin. Ez çûm polîsê ti tişt nekirin. Duh ez çûm girtîgehê û min giliyê wan kir”.

 “Wan dibin odeyek û îşkence li wan dikin”

Fatma Agca ya dayika Coşkun Agca jî da zanîn ku kurê wê lê geriyaye û jê re gotiye ewlehiya wî ya jiyanî nîn e. Fatma Agca destnîşan kir ku piştî vê lêgerînê carek din ji kurê xwe agahî negirtiye û wiha got: “Ez çûm her derê lê tu agahî nedan min. Gelo kurê me kesekî kuştiye? Difna kurê min şikandin. Wan bi awayekê tazî dibin odeyekê û îşkence li wan dikin. Sitûyê kesên ku raya xwe didin wan bişkê.”

 “Ev pêvajoya ku tê jiyîn divê bi dawî bibe”

Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum bal kişand ku mirina li girtîgehan zêde bûye, daxwaz kir ku ev pêvajo êdî bi dawî bibe û wiha got: “Ev tiştên ku tên jiyîn nîşan didin ku êdî sînor hatine derbaskirin.”