Xizmên girtiyan: Ev zilm û zordestî ye
Xizmên girtiyên nexweş û yên înfazê wan hatine şewitandin di roja 234’emîn a çalakiya xwe li ber Edliya Amedê bûn û dan zanîn ku ewê çalakiya xwe bidomînin.

Amed - Xizmên girtiyên nexweş û girtiyên infaza wan hatine şewitandin nobeta xwe ya edaletê di roja 234’emîn de li ber Edliya Amedê domandin. Xizmên girtiyan diyar kirin ku her komele û sazî ji bo cejnê ketine betlanê, lê ew her roj, di her şert û mercê de li vir in. Xizmên girtiyan ên bê navber çalakiya xwe didomînin destnîşan kirin ku ew ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.
Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Amedê dane destpêkirin 234 roj li pey xwe hişt. Malbatên girtiyan çalakiya xwe li ber Edliya Amedê li dar xist. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) a Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê, Komeleya Mafê Mirovan (İHD), Komeleya Ji Bo Azadiyê Hiqûq (OHD), serokê Baroya Amedê Nahîd Eren jî piştgirî dan çalakiya malbatan.
“Em ê çalakiya xwe bidomînin”
Di çalakiyê de xizmê girtiyên nexweş Herdem Merwanî axivî û got: “Ev 8 meh in li dijî bêedaletiyê û li dijî binpêkirinên mafên girtyan em di lêgerîna edaletê de ne. Me van pirsgirêkan bi sazî û dezgehan re, bi partiyên siyasî re parvekir. Lewra me tu encam negirtin. Em carek din ji dibêjin pêwîste demlidest pêngavên çareseriya pirsgirêkan werin avêtin. Rojên pêşiya me cejne. Her komele di betlanê de ne. Lewra heya edalet nebe ji me re cejin ji tune ye. Heya em encamek bidest nexin jî rûxmê her tiştî, di bin hemû şert û mercan de jî em li vir bin û çalekiya xwe bidomînin.”
“Dilê dayikan şewitiye”
Yek ji xizmê girtiyan Reşahat Ada jî diyar kir ku ger di gotinê de be herkes dibêje cihê dayikê cuda ye, lê mixabin em vê qîmetî nabînin. Reşahad wiha berdewamkir: “Dilê dayikan şewitiye. Êdî em edaletek lezgîn dixwazin. Raste dilê me dişewite, lê bele em ji bo xwesteka xwe ya edaletê jî na westin. Em ê hertim li kolanan bin. Ez herî dawî bang li rayedaran ji dikim ku êdî dengê me bibihîsin. Ez cejna girtiyan û berxwedêran pîroz dikim."
“Ev zilm û zordestî ye”
Azîz Tufan ê girtî înfaza wî hatiye betalkirin û dayika wî Aysel Tufan di çalakiyê de wiha axivî: "Çend roj beriya niha diviya kurê min bihata berdan. Em li bendê bûn ku em bi hev re cejnê pîroz bikin. Lê mixabin infaza wî şewitandin û girtina wî 3 mehan din dirêjkirin. Ev bê edaletiye, ev zilm û zordestiye. Ji me re ne cejin hêştin ne jî pîrozbahî. Kesek bi erka xwe narabe.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Heq, hiqûq, edalet” re bi dawî bû.