Xizmên girtiyan ên bi darbkirinê hatibûn girtin hatin berdan

Xizmên Girtiyan ên li ber ATK yê bi darbkirinê hatibûn binçavkirin bi şertê kontrola edlî ahtin berdan.

 
Stenbol - Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ), ji bo ku bertek nîşanî ferzkirina întîharê li girtiyan û raporên Saziya Tipa Edlî  (ATK) ya ku ji bo girtiyên nexweş dibêjin, "Dikarin digirtîgehê de bimînin" li ber saziya Tipa Edlî ya Yenîbosnayê bi dirûşma "Em destûrê nadin mirinê" çalakî li dar xistibûn. Bi biryara Muduriyeta Polîsan a Bahçelîevlerê êrîşî çalekgeran hat kirin û bi lêdanê 16 çalakger haibûn binçavkirin. 
Xizmên girtiyan ên hatin binçavkirin piştî muayeneyê birin Muduriyeta Polîsan a Stenbolê. Ji wan yek jê ji ber ku testa wê ya koroana pozîtîf derket bi şev serbest hat berdan. Ji kesên ku hatin binçavkirin yek jê bi şev ji ber testa wê ya koronayê pozîtîf derket serbest hat berdan. 16 kesên ku karê wan li muduriyeta polîsan qediya, li Edliyeya Bakirkoyê derxistin edliyê. Dozgeriyê jî ev 16 kes sewkî Dadgeriya Sulh Cezayê kirin. Girtiyên sewqa wan hat kirin piştre bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. 
Di vê naberê de xizmên girtiyên nexeş, Endamên Meclisa Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Stenbolê Ferhat Encu, Hevserokê ESP'ê Şahîn Tumuklu, gelek nûnerên rêxistinên sivîl li ber Edliyeya Bakirkoyê hatin gel heve û ji bo balê bikişînin ser rewşa  girtiyan daxuyanî dan.