Xizmên girtiyan: Em aştî û edaletê dixwazin

Xizmên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin di roja 380’emîn a nobeda edaletê de diyar kirin ku girtiyên 30 sal in di girtîgehê de tên ragirtin hene û gotin, "Li vî welatî edalet nîne."

Amed – Çalakiya nobeta edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin di roja xwe ya 380’emîn de berdewam dike. Endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê jî tevlî çalakiya ku li ber edliyeyê Amedê hat li dar xistin, bûn.

'Li vî welatî edalet nîne, jiyan nîne'

Reşahat Ada ku di nobetê de axivî, diyar kir ku dixwazin qanûn bên bicih anîn û wiha axivî: "Girtiyên 30 salên xwe temamkirine hene. Lê bi şewitandina înfazên xwe, nayên berdan. 30 sal in li dijî dewletê li ber xwe didin. Ji girtiyên nexweş re muayaneya kelempçe kirî tê ferzkirin. Nexweş dixwazin bên dermankirin. Dermankirina bi kelepçe nayên qebûlkirin. Di vê welatê de edalet û jiyan nîne. Em azadî û adalet dixwazin. Vê zilme bşseknîn. Bila partiyên siyasî piştgirî bidin me. Bila xwedî rapora me derbikevin. Ez dayikên ku li Îzmîrê û Stenbolê ji bo Nobeta Edaletê têdikoşîn pîroz dikim."

Çalakî, bi dirûşmeyên “Maf, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanê” bi dawî bû.