Xizmên girtiyan: Bêdengiya xwe bişkînin
Xizmên girtiyan diyar kirin ku nûnerên partiyên siyasî yên ku bi van re hevdîtin kirine, ji van re deriyê desthilatdariyê nîşanî wan dane û xwestin ku partiyên siyasî rewşa girtiyan bigrin rojeva xwe.
Amed – Xizmên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin, îro careke din li ber Saziya Tipa Edlî ya Amedê çalakiya nobeta edaletê pêkanîn.
Endam û rêveberên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAYDER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rêxistina Navçeya Rezanê ya Amedê, Hewildana 78'ê Amedê û Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker ji bo piştgiriya bi malbatan re tev li daxuyaniyê bûn.
"Kes me nabihîze"
Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Încî Guler axivî û diyar kir ku nêzî 11 meh in çalakiya xwe didomînin û bal kişand ser bêdengiya rayedaran. Încî Guler wiha axivî: “Em yek bi yek diçin pêşiya saziyên dewleta Tirk û hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Lê kes nabihîse. Dewleta Tirk bi çavekî dijminahî li girtiyên nexweş dinêre. Em jî dibêjin ku, ger hûn li çavê dijminatî li girtiyan binêrin dê hiqûq û edaleta we jî dijminatiyê bike.” Încî Guler balkişand li ser hevdîtinên xwe yên bi nûnerên partiyên siyasî re û wiha got: “Her partiya siyasî ya ku me li deriyê wan xist, deriyê partiya desthilatdarî nîşanî me da. Meclîs girtiyên nexweş nagre rojeva xwe. Li her girtîgehê îşkence li girtiyên nexweş tê kirin. Dema girtiyên me berxwedana xwe ya li girtiyan mezin bikin, em ê jî li qadan mezin bikin. Em ji vir careke din dibêjin ‘Bijî Berxwedana Zindanan’.”
Çalakî bi diruşmeyên “Heq hiqûq edalet”, "Bijî berxwedana zindanan", "Ji girtiyên siyasî re azadî” bi dawî bû.