Xizmên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin

Xizmên girtiyan ên li ber Edliyeya Amedê li hev civiyan, bang li partiyên siyasî kirin û wiha gotin: “Ger partiyên siyasî tiştek bikin, bila îro bikin. Ji ber ku di mezinbûna vê pirsgirêkê de sûcê partiyên siyasî heye. Ew şirîkê vî sûcî ne.”

Amed – Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan a ji bo girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dane destpêkirin, di roja 240’emîn de li ber Edliyeya Amedê berdewam kir. Ji bilî endamên TJA'yê, gelek rêveberên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî jî piştgirî dan nobetê. Herdem Merwanî ya li ser navê girtiyan axivî, diyar kir ku daxwazên wan ji aliyê hemû pêkhateyên civakê ve tên zanîn, lê rayedar li hemberî vê yekê bêdeng in û bal kişand  ku girtiyên nexweş dibin zilmê de ne.

“Ger partiyên siyasî tiştek bikin, bila îro bikin

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hemû partî qala azadiyê û demokrasiye dikin lê belê ji xeynî zilmê, me çi azadî û demokrasiye wan nedîtiye Ger partiyên siyasî tiştek bikin, bila îro bikin. Ji ber ku di mezinbûna vê pirsgirêkê de sûcê partiyên siyasî heye. Ew şirîkê vî sûcî ne. Lewma jî em daxwaza xwe dubare dikin û dibêjin ku ji girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazê wan tên şewitandin re azadî.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.