Xizmên Şinyar daxwaz kirin ku tewanbar bê ceza nemîne

Piştî çar rojan Şinyar Huner a 21 salî û dayika du zarokan ku ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû şewitandin, îro jiyana xwe ji dest da û li goristana Terza ya bajarokê Seyîdsadiq hat veşartin. Xizmên Şinyar daxwaz kirin ku tewanbar bê ceza nemîne, dema ku sûcdar û kujer neyên cezakirin dê kuştina jinan berdewam bike.

TERZE TEHA 
Şarezûr- Cenazeyê Şinyar Huner ku ji aliyê hevjînê xwe ve di şeva 18’ê Sibatê de hatibû şewitandin û îro jiyana xwe ji dest da, bi tevlibûna bi sedan kesî li goristana nû ya navçeya Seyîdsadiqa Silêmaniyê bi merasîmk hate veşartin. Di merasîma veşartinê de bavê Şinyarê Huner Resûl ji çapemeniyê re axivî û daxwaz ji saziyên pêwendîdar kir ku tawanbar were cezakirin.
Di berdewamiya axaftina xwe de Huner Resûl got: “Her çiqas beriya niha jî pirsgirêkên malbatî yên keça min hebûn jî piştî ku mam û bavê tawanbar bûn kefîlê hevjînê  wê, me rê da ew vegere cem zarokên xwe. Gotina me ya dawî ew e ku hikûmet û dadgeh dosyaya keça min berovajî nekin. Ji ber ku em mafê xwe dixwazin û me gilî tomar kiriye. Em dixwazin ev dosya bi riya pêkhatina hiqûqa zagonî were biencamkirin.”
“Ji ber ku lêpirsîn didome em nikarin agahiyên heyî belav bikin”
Parêzerê Şinyar, Awdêr Elî jî da zanîn ji bo dosyayê tedbîrên pêwîst hatine girtin û got: “Hinek zanyarî hene, ji ber lêkolînê em nikarin belav bikin. Sûcdar hatiye binçavkirin lêkolîn jî niha berdewam dikin. Daxwaza me ew e ku ev dosya baş were birêvebirin û lêkolînkirin.”
Piştre li ser gora Şinyarê dayika wê Mihran Sedîq axivî û got: “Ez tu caran ew kêsên ku keça min şewitandine efu nakim, her dem keça min rastî tundiyê dihat herî dawî keça min hat şewitandin.”
Rawêz Sadiq yek ji wan kesên ku cenazeyê Şinyar şûşt ev yek diyar kir: “Ew zilma ku li wê hatiye kirin, li tu kesê din nehatiye kirin tewanek gelek mezin e divê ev kes bê ceza nemîne.”
Çiya Elî jî bûyerê bi gotina dijmirovane bi nav kir û got: “Divê pêkanînên zagonî li gorî hiqûqê bin û  serwer bin an na dê gelek jinên din rastî van kiryaran werin.”  
Şinyara ku temenê wê 21 salî bû, dayika du zarokan bû.