‘Xeza hatiye rewşa gorên komî’

Li Xezayê ji ber êrîş û dorpêça tê jiyîn, her roja ku diçe rewşa mirovan dijwartir dibe. Saziyên Navnetewî diyar kirin ku êdî Xeza hatiye rewşa ‘gorên komî.’

 Navenda Nûçeyan- Li Xeza ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha êrîşên Îsraîle didomin. Li gor daxuyaniyên hatin dayîn, ji ber êrîşên Îsraîlê li dijî Xezayê, 50 hezar û 983 kesan jiyana xwe ji dest dane. 

 Xwarinên hatine stokkirin qediyane 

 Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA)  ragihand ku xwarinên ku hatine stokkirin û di dema agirbestê de ketine Zîvala Xezayê, qediyane. Di daxuyaniya di medyaya dijîtal de hatî dayîn de hat destnîşan kirin ku Xeza ev mehek e di dorpêçê de ye, destûr nayê dayîn ku xwarin, amûr an jî tiştek din bikeve Xezayê û wiha hat gotin: “Wek par, em bi xetereya xelayê re rûbirû ne.” 

 

‘Xeza ji bo rojnamegeran vegeriyaye gorên komî’ 

 Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) jî diyar kir ku Xezaya ku di bin êrîşên dijwar û dorpêça Îsraîlê de ye, ji bo Filistîn û yên ku hatine alîkariya wan, vegeriyaye ‘gorên komî’. MSF’ê têkildarî rewşa li Xezayê raporek parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku Îsraîlê dîsa li dijî Zîvala Xezayê êrîşên xwe bi rêya hewa, bejayî û deryayî bi berfirehî daye destpêkirin û wiha hat gotin: “Mirov bi zorê ji cîhên xwe bûn, alîkariyên bingehîn bi zanebûn tên astengkirin, jiyana Filîstîniyan carek din bi awayek sîstematîk tê tunekirin.”  

Di raporê de hat destnîşan kirin ku êrîşên Îsraîlê, li dijî ewlehiya xebatkarên tenduristiyê û alîkariyên mirovî li Xezayê gefek aşkera ava kiriye. 

 

Jiyana pitikan di xeterê de ye 

Li aliyê din ji ber astengkirina hatina alîkariya ji bo Xezayê, jiyana pitikên ku nû tên dinê, ketiye bin xeterê. Hat diyarkirin ku li Nexweşxaneya Nasir, pitikên Filîstînî ku di bin êrîşên Îsrailê de tên dinê, bi mirinê re rûbirû dimînin. Îsraîl ev nêzî salek û nîv e, ketina alîkariya mirovî û malzemeyên tibî ya Xezayê asteng dike. Ev dem jî, ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha dema herî dirêj a ku alîkariya mirovî negihîştiye Xezayê ye.