Xeza di bin dorpêçê de ye: 3 jê zarok 9 kes ji birçîna mirin

Ji ber dorpêça Îsraîlê, xelkê Xezayê ji birçîbûnê dimirin. Li gorî çavkaniyên fermî, di 24 saetên dawî de 3 jê zarok 9 Filistîniyên din, ji ber birçîbûn û kêmbûna xurekê mirine.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê derbarê binpêkirinên li Xezeyê de daxuyaniyek weşand. Li gorî daxuyaniyê, di 24 saetên dawî de 3 jê zarok 9 Filistîniyên din ji ber birçîbûn û kêmbûna xwarinê mirine.

Bi vî awayî, hejmara miriyên ji ber birçîbûnê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve 127 jê zarok giha gihîştiye 348’an.

Li gorî rapora Sınıfandina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC) ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê piştgirîkirin, birçîbûna li Xezeyê ji 15’ê Tebaxa 2025’an pê ve gihîştiye Qonaxa 5’an, ku wekî "asta felaket" tê zanîn. Di raporê de hat gotin, "Piştî 22 mehan ji pevçûnên hovane, zêdetirî nîv milyon mirov bi şert û mercên ku ji ber birçîbûn, xizanî û mirinê têne diyar kirin re rû bi rû ne."