Xeza 382 roj in di bin êrîşan de ye

Hejmara kesên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dane bû 42 hezar û 718.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê daxuyaniyek nivîskî da û der barê êrîşên Îsraîlê yên 382 roj in li ser Zîvala Xezayê didomin de agahî da.

Hat diyarkirin ku di ‘7 qetlîamên’  artêşa Îsraîlê yên di 48 saetên dawî de, li herêmê cuda yên Zîvala Xezayê de 115 kesan jiyana xwe ji dest dane û 487 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê de ji 7’ê Cotmeha sala 2023’an û vir ve li ser Zîvala Xezayê didomin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 42 hezar û 718, hejmara birîndaran jî bûye 100 hezar û 282.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku di bin kavilan de û li kêleka riyan cenaze hene lê ji ber astengiyan tîmên tendurustiyê û hêzên parastina sivîl nikarin xwe bigihîjînin cenazeyan.