Xelkên Efrîn û Şehbayê dixwazin vegerin ser xaka xwe
Koçberiyên bi darê zorê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, di gelê Efrînê de şopên kûr hiştiye. Kongra Star a Helebê, bi boneya salvegera yekemîn a koçberkirina şêniyên Efrîn-Şehbayê de banga edaletê kir.
Heleb – Gelê Efrîn û Şehba ji bajar û gundên xwe du caran bi zorê koçber bûn. Koçberiya yekem di sala 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate pêkanîn, koçberiya duyem jî di sala 2024’an de ji aliyê heman hêzan ve dûbare bû. Kongra Star a Helebê bi boneya salvegera yekemîn a koçberkirina şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bal kişand ser şopên kûr ên koçberiyê li ser gel û bê edelatiya didome.
Daxuyanî li taxa Şêx Meqsûd hate dayîn û ji aliyê endama Kongra Star a Helebê Meys Şeşo ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ev salveger ne tenê dîrokek e, birînek eşkere di bîra nifşan de ye. Kurtasiya ku du caran ji kokên xwe bûne û windabûna ewlehiyê ye. Salek li ser koçberiya gelê Efrîn- Şehba re derbas bû. Gelê Efrînê hê êşa windabûn û ji cihêxwebûnê dijî. Gel cara yekem ji bajarê Efrînê bi zorê hatin derxistin, cara duyem jî ji Şehba rastî koça bi zorê hatin. Ev êşa du carî, asta zilma li dijî gelan pêktê nîşan dide. Nîşan da ku ev koçberî ne ji rêzêye, polîtîkayek ku hebûn û nasnameya me dike hedef e. Zarok û extiyar di nava şertên zor de, gel cardin êşa jicihêxwebûn û windahiya ewlehiyê jiyan kirin.”
‘Pirsgirêka hemû Sûriyeyê ye’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser peymana 10’ê Adarê û wiha hate gotin: “Pirsgirêka kesên ji cihên xwe bûne, ne tenê pirsgirêkek xwecihî ye, ji bo hemû Sûriyeyê pirsgirêka edalet û maf e. Hemû hewldanên dewleta Tirk yê koçkirina gelê Efrînê dê vale derbikeve, gel li dijî zilm û koçberiyê degê xwe bilind dikin.”
Bang hate kirin
Di daxuyaniyê de bang li Civaka Navnetewî, Netewên Yekbûyî û Rêxistinên Mafê Mirovan hate kirin ku berpirsyartiya xwe ya zagonî û exlaqî bi cih bînin, binpêkirinan bisekîninin û berpirs hesab bidin. Di dawiyê de wiha hate gotin: “Divê hemû gelê Sûriyeyê ji bo hemû Sûriyeyî vegerin ser xaka piştevaniyê bikin, ev pirsgirêk parçeyek ji têkoşîna edalet û azadiyê ye.”