Şêniyên Silêmaniyê ji ber xirakirina malên xwe çalakî li dar xistin

Ev çend meh in taxeke bajarê Silêmaniyê ji bo projeyeke kompanyayek li ber xirakirinê ye û polîs çend caran çûne taxê daxwaza valakirina taxê dikin lê xelkê vê taxê îro çalakî li dar xistin û gotin ku ew ê taxa xwe vala nekin.

Navenda Nûçeyan- Îro xelkê taxa Filî ya Îslahî Zeraî li Silêmaniyê çalakî li dar xistin, diyar kirin ku ji wan re hatiye gotin malên wan, dikevin ber projeya niştecehbûnê û divê tax were valakirin.

Jinên rûniştvanên vê taxê ku beşdarî çalakiyan bûne diyar kirin ku ji wan re hatiye gotin we divê qebûl bikin lê belê wan gotine weke pêwîst nîn e ew cihên ku ji bo wan hatine diyarkirin lê nîştecih bibin ne guncaw e û cihek ji nava bajarê dû re û bi bîr xistin ku ew taxa xwe vala nakin û rê nadin xaniyên wan werin rûxandin ji bi projeya kompanyayekê.

Li gorî zanyariyan 78 malbatên xelkê Silêmanî û Kerkûkê û pênc malbatên Kurd li vê taxê dijîn.