Xelkê Mexmûrê ev 16 roj e li dijî dorpêçê li berxwe didin

Xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê ev 16 roj in bi jin, zarok, ciwan, pîr û kalê xwe bênavber li diji hewldanên artêşa Iraqê ku hewl dide bi têl û kûleyan derdora wargehê dorpêç bike li ber xwe didin.

Mexmûr – Artêşa Iraqê ji 20’ê Gulanê ve hewl dide derdora wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî  (Mexmûr) bi têl û kuleyan dorpêç bike. Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîdên zirxî wesayîdên kar şandine derdora wargehê. Artêşa Iraqê heya niha di vê daxwaza xwe de bi israr e. Xelkê Mexmûrê ev 16 roj in bi jin, zarok, ciwan, pîr û kalê xwe bênavber li hemberî ve hewldanê bi israr berxwedana xwe didomîne.

Xelkê Mexmûrê bi Jin, zarok, ciwan, pîr û kal ev 16 roj in di konên berxwedanê de bi şev û roj di şertê hewaya germ de nobetê digrin û berxwedanê didome.