Xelata rûmetê ya Apê Mûsa dan Pexşan Ezîzî

Xwediyên Xelatên Rojnamevaniyê yên Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn. Xelata Rûmetê ya îsal; ji bo biranîna rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên bi SÎHA'ya Tirkiyeyê hatin qetilkirin, dan rojnamevan Pexşan Ezîzî.

Navenda Nûçeyan- Piştî ku Musa Anter (Apê Musa) di 20’ê Îlona 1992’an de li Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve hat qetilkirin, xelatên ku da qada rojnamevaniyê de tên dayîn. Îsal jî xwediyên 31'emîn Xelatên Rojnamevaiyê yên Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin eşkerekirin.

Serlêdan di warê "Nûçeya Tirkî", "Nûçeya Bi dîmen", "Nûçeya Kurdî", "Wêne", "Karîkatur" û ji bo bîranaîna Gubetellî Ersoz, "Nûçevaniya Jinê" jî di nav de di şeş warên cuda de hatin nirxandin. Xelat wê di 22'yê Îlonê de li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemîl Candaş a Şîşliyê bi merasîmek bên dayîn. 

Xelata rûmetê dan jinên têkoşer

Xelata Rûmetê ku her sal tê dayîn, biryar hat dayîn diyarî rojnamevanên têdikoşin ji bo bîranîna rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahaddin ên di 23'yê Tebaxê de bi SÎHA'ya Tirkiyeyê li Herêma Federal a Kurdistanê hatin qet2ilkirin bên kirin. Her wiha rojnamevan Pexşan Ezîzî ku li Îranê cezayê darvekirinê lê hat birin jî hêjayî Xelata Rûmetê hat dîtin.

Xelata taybet ji bo JINNEWS’ê ye

Juriyên ku ji Banû Guven, Farûk Bîldîrîcî, Candan Yildiz, Alî Dûran Topûz, Nezahat Dogan, Mehmet Alî Çelebî pêk tên, di warê "Nûçeya Vîdeoyê" de tu nûçeyê hêjayî xelatê nedît. Juriyê dîmena "Konuş Sen Nerelîsîn?" a Dîlan Babatê ku di JINNEWS’ê de dixebite hêjayî "Xelata Taybet a Juriyê" dît.

Nûçeyên Tirkî

Di warê "Nûçeya Tirkî" de 33 kesan serlêdan kir. Ji 33 serlêdanan 26 jê bi "Nûçeya Tirkî" û 7 jê jî bi "Nûçeya bi dîmen" serlêdan kirin. Di encama nirxandina juriyan de Banû Guven, Farûk Bîldîrîcî, Candan Yildiz, Alî Dûran Topûz, Nezahat Dogan, Mehmet Alî Çelebî de ji T24'ê Cengîz Anil Bolukbaş bi nûçeyên "Îlîç'te goçuğe giden yol: Siyanur sizdirdi, ruhsati îptal edîlmedî, vergî borcu sîlîndî, karlarini katladi" bi piraniya dengan hêjayî xelatê hatin dîtin.

Di warê wêneyê de Ajansa Mezopotamyayê xelat girt

Endamên Juriyê Ramazan Ozturk, Bêrîtan Canozer, Salih Yeşîl, Ozcan Yaman û Mûrat Baykara îsal bi yek dengê wêneyê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mujdat Can hêjayî xelatê dîtin.

Mujdat Can, bi wêneyê xwe yê heywanên ku di şewata li Amedê derket de bi bandor bûn, hêjayî xelatê hat dîtin.

Nûçeyên Kurdî

Juriyên nûçeyên Kurdî Ramazan Olçen, Nêrgiz Îsmaîl, Bişar Dûrgût, Hatîce Kamer, Munevver Karademîr di warê "Nûçeya Kurdî"  "Çîrokek sûdwergir a ziman û têkoşîna azadiyê " ya nûçegihana ANHA'yê Silava Ebdulrehman Mihemed Emîn hêjayî xelatê dîtin.

Xelata nûçegihaniya Gurbetellî Ersoz

Juriya ku ji Dîlek Arjîn Oncel, Bîrcan Degîrmencî, Derya Ceylan, Elîf Ekîn Saltik, Gulfem Karataş pêk tê jî di warê "Nûçevaniya Jinê ya Gurbetellî Ersoz" de rêzenûçeyên li ser karkerên çandiniyê yên nûçegihan Rahîme Karvarê hêjayî xelatê dîtin.

 Karîkatur

Jurî Kemal Gokhan Gurses, Ronî Batte, Erceren di warê "karîkaturê" de tu berhemê hêjayî yekemîniyê nedîtin lê xelata mansiyonê dan Halîl Îbrahîm Çoban.