Xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” diyarî Emîne Şenyaşar kirin

Odeya Tabîban a Amedê xelata îsal a “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” diyarî Emîne Şenyaşar a ku li ber Edliya Rihayê nobeta edaletê digre kir.

 
Amed – Odeya Tabîban a Amedê xwediyê xelata îsal a “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê”aşkere kir. Xelata îsal diyarî Emîne Şenyaşar a 360 roj in li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire hat kirin ku li Pirsûsê 14’ê Hezîrana 2018’an de ji aliyê parazvanên Wekîlê AKP Halîl Yildiz hevserê wê û dû kûrên wê hat qetilkirin û ew li ber edliye nobeta edaletê digre. 
“Emine Şenyaşar bê edaletiyê teşhîr dike” 
Seroka Odeya Tabîban a Amedê Dr. Elîf Tûran bibîrxist ku ev xelat destpêkê di salên 1990’an de hat dayîn û destnîşan kir ku ew di heyamek ku polîtîkayên ne aştiyane de derbas dibin û mafê mirovan û azadiya wan tê binpêkirin û sepanên antîdemokratîk di dewrê de ne. Elîf Tûran anî ziman ku herî zêde jî Emîne Şenyaşar para xwe ji van sepanên antîdemokratîk girtiye û ew xelata xwe ya îsal diyarî wê dikin. 
Elîf Tûran da zanîn ku ew ê di çarçoveya şahiyên Cejna Tibê de merasîmek li dar bixin û xelata Emîne Şenyaşar bidinê.