‘Xebatên jinên ciwan ji bo pêşerojê dibin hêvî’

Li Misrê jinên ciwan bi xebatên xwe yên hişyarkirinê balê dikşînin ser guherîna ku di civakê de dane avakirin û diyar dikin ku ev rewş ji bi pêşerojê hêviyan ava dike.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre- Li Misrê xebatên jinên ciwan di civakê de pêşketinên bi xwe re çêdikin. Rêvebera Bernameyên Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan a Misrê Noura Mohamed diyar kir ku gelek jinan xwe îsbat kirine û da zanîn ku bi taybetî ji bo jin û zarokên keç ev rewş tê wateya jiyana bi ewletir.

Noura Mohamed diyar kir ku di demên pêş de xebatên der barê jin û zarokên keç de wê zêdetir bibin û roleke bi hêztir bilîzin, ji bo vê jî her dem hewl didin. Noura Mohamed destnîşan kir ku xebatên plan kirine, li gorî jin û zarokên keç ên mexdûrên zext û kontrolkirina civaka mêrsalar xizmeta herî baş pêşkêş bikin xwe organîze kirine.

Perwerde û komxebat hatin lidarxistin

Noura Mohamed der barê zoriyên heyî de nirxandin kir û ev tişt got: “Bi taybetî jinên karker, rastî pirsgirêkên civakê tên. Beşeke ji wan bi vê re têdikoşin, rastî hinek binpêkirinan tên. Me gelek perwerde û komxebat li dar xistin. Doz, navbeynkarî û di gelek mijaran de me tor ava kir. Me kampanyayên hişyarîkirinê bi hevkarî dan meşandin.” 

'Ger hewldan nebûna tiştên tên jiyîn wê eşkere nebûna’

Rojnameger Ola Bahî jî diyar kir ku gelek hewldanên ku der barê pirsgirêkên jinan de hatine kirin hene lê ji ber qeyrana malî pirsgirêkan dijîn û wiha got: “Ji ber vê sedemê piraniya wan nikaribûn xebatên xwe bimeşînin û bi pêş bixin. Bi saziyên mezin re hevkariya me heye lê belê bi sînor e. Yek ji qeyranên ku bi hewldanên heyî re rû bi rû dimînin jî tabûyên civakî ne. Ji ber ku gelek çîrokên ku jin dijîn hene û dikarin axaftina li ser hinek mijaran red bikin. Ger hewldan û civaka sivîl nebûna, tiştên jinên rastî tundiyê tên dijîn, eşkere nedibûn.”

'Li qadê baweriyê ava dike’

Ola Bahî, da zanîn ku ji ber encamên kampanyayên hişyariyê kêfxweş in û wiha got: “Kampanyayên hişyariyê li qadê baweriyê ava dikin. Em dikarin bi riya platformên medyaya dîjîtal ên curbecur re gihandinê misoger bikin. Ez difikirim ku ciwan hewldêr in ji bo pêşerojê hêvî didin. Bi taybetî jî karkerên jin di warê mafên xwe de hişyar in. Mijareke ku gelek jin li ser dixebitin jî ev e. Di xebatên me yên di pêvajoyên dawî de jî heta astekê serkeftin hat bidestxistin.”