Xantûr Kara: Em ê bi berxwedanî û têkoşîna xwe rêberê xwe bi awayek fizîkî azad bikin

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Xantûr Kara da diyarkirin ku dema dewleta Tirk li hemberî berxwedanî û têkoşîna gerîlayan têk diçe, tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan girantir dike.

ROJEVÎN RÛBA

Mexmûr - Ev 24 sale Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdek girankiri de ye, ji bo ev tecrîda girankirî ya li hemberê Rêberê Gelê Kurd tê meşandin gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî Kurdistan li ser lingan e. Der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de endama Koordînasyona Meclisa Îştar Xantûr Kara ji ajansa me re axivî.

“Tecrîda di nava tecrîdê de heye”

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Xantûr Kara bi bîr xist ku her roja ku diçe tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girantir dibe û wiha got: “Weke tê zanîn ji destpêka dîrokê ve heta niha gelê Kurd û jinên Kurd her dem li hemberî qirkirin, kuştin û koçberiyê re rû bi rû maye. Weke îro em bi xwe dibînin li seranserî cîhanê Kurd li ku hebin bi êrîşên dewleta tirk re rû bi rû dimînin, ev êrîşên tê kirin mirov nikare tenê di asta dewleta tirk de bigre dest, ji ber em dizanin hêzên NATO’yê hêzên navdewletî ku îro li seranserê cîhanê desthilatdariya xwe didin berdewamkirin, hemû bi hev re vê xebatê didin meşandin û bi hev re şirîkên vê dagirkeriyê ne. Em weke gelê Kurd bi çavên xwe dibînin ev 24 sal in rêbertiya me dîl hatiye girtin, li ruxmê dîlgirtina wê jî mirov dikare bibêje tecrîd di nava tecrîdê de heye. Bêguman mirov dikare bibêje di kesayeta Rêber Apo de jinên Kurd û tevahî Kurd rojane tên tecrîdkirin û dîlgirtin, rastî kuştin, dagirkerî û her curê zilm û zordariyê tên.”

“Divê em sedsala 21’ê bikin sedsala azadiya Kurdistanê”

Xantûr Kara da diyarkirin ku dema dewleta tirk li hemberî gerîla têk diçe li li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê sivîl êrîşên cuda dike û wiha domand: “Ger em îro li herêmên parastina medyayê binêrin em ê bibînin ku li wê derê berxwedanî û têkoşînek bêhempa heye, li hemberî vê berxwedaniyê dema ku artêşa tirk a dagirker têk diçe, dîn û har dibe li beramberî Rêber Apo û gelê sivîl dest bi êrîşên xwe yên cuda dikin û siyaseta xwe ya qirkirinê li ser gelê Kurd dide meşandin. Weke gelê Kurd û jinên Kurd li hemberî van tecrîd û êrîşên ku li ser civakê, jinan û li ser gerîlayên serdemê tên meşandin em ê têkoşîn û berxwedaniya xwe bilind bikin. Bi taybetî mirov dikare bêje ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji her demê zêdetir em ê xebat bidin meşandin, ji bo wê jî erk û berpirsyariya ku dikeve ser milên jin, gel û civakê zêdetir dibin. Divê em sedsala 21’ê bikin sedsala azadiya Kurdistanê û bi Rêber Apo re azad bijîn. Bê guman berdêlên wêna hene, heya astekê me berdêlên gelek giranbaha ji bo vê têkoşînê dane. Mirov dikare bêje bi her awayê kuştin û îşkenceyê re gelê Kurd rû bi rû maye û erk û berpirsyariya ku dikeve ser milên me heta astekê me bi cih aniye. Lê belê îro ne dema axaftinê ye divê em êdî zêdetir bi pratîk û hêza xwe û bi sekna xwe tevli pêvajoyê bibin.”

“Em ê bi berxwedaniya xwe bi serkeftinê tacîdar bikin”

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Xantûr Kara da zanîn ku wê gelê Kurd bi berxwedaniya xwe serkeftinê teqez bike û got: “Ger em jî weke gel bi berxwedanî û têkoşîna ku gerîla li serê çiya didin meşandin, têbikoşin û tevli pêvajo û pêgava ‘Dem Dema Azadiyê’ ye bibin, bêguman tişta ku em bi ser nexin dê tunebe û bi taybetî em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin û bi taybetî di aliyê avakirina neteweya demokratîk de em ê bikarinê bi ser bikevin. Bi taybetî bangawaziya me ji bo tevahî jin û ciwanan bi taybetî gelê Kurd ê bi rûmet ew e ku Kurdîtiya rast bijîn, ne tenê di bi navê Kurdîtiyê de, bi jiyanê bi xwe re her demê peywirên xwe pêk bînin. Li gerîlayên xwe, li civaka xwe û li li nirxên xwe yên ku şehîdan ji bo me dane avakirin xwedî derbikevin û serkeftina xwe em teqez bikin.”