Xantûr Kara: Dewleta tirk bi hevkariya NATO’yê çekên kîmyewî bi kar tîne

Ji Koordînasyona Meclisa Îştar Xantûr Kara diyar kir ku ji ber dewleta tirk a ku xwedî hêza NATO’yê ya duyemîn e li hemberî têkoşîn û berxwedana gerîlayên serdemê têk çûye çekên qedexekirî yên kîmyewî li hemberî şervanên Kurd bi kar tîne.

ROJEVÎN RÛBA

Mexmûr- Dewleta tirk ji meha Nîsana 2022’an vir ve bi giranî li ser axa Kurdistanê û bi taybetî xaka Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne. Herî dawî jî di 18’ê Cotmehê de dewleta tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar anî û di encamê de 17 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li gorî bîlançoya Hêzên Parastina Gel jî heta roja îro nêzî 80 HPG’yî di encama van êrîşên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane. Dîmenên ku li ser medyaya civakî bi awayekî berfireh hatin belavkirin ku tê de belgeyên bikaranîna van çekan ji hêla leşkerên dewleta tirk ve tên bikaranîn, hatin belavkirin. Ev yek bû sedema hêrsa gel û bertekan.

Der barê êrîşên faşîzane yên dewleta tirk û bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk ve li ser çiya û zarokên Kurdan endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê Xantûr Kara ji ajansa me re axivî.

Xantûr Kara êrîşên bi çekên qedexekirî yên kîmyewî ji aliyê delweta tirk ve şermezar kir û wiha got: “Beriya her tiştî berxwedana ku îro li seranserê çiyayên Kurdistanê ji aliyê gerîlayan ve di sedsala 21’ê de li hemberî her cure dagirkerî, êrîş û kîmyabaranê li ser gerîlayan tê meşandin, em şermezar dikin û têkoşîna gerîlayên hemdemê silav dikin.”

‘Dewleta tirk ji ber têkçûna xwe çekên qedekirî bi kar tîne’

Xantûr Kara destnîşan kir ku ji ber dewleta tirk li hemberî gerîlayên serdemê têk çûye serî li rê û rêbazên dijmirovî dide, çekên qedexekirî bi kar tîne û wiha domand: “Sedema sereke ya bikaranîna çekên kîmyewî ew e ku ji ber dema hêzek li hemberî hêzeke din têk diçe ji bo vê yekê hezim nake serî li rê û rêbazên qirêj dide û çekên kimyewî bi kar tîne. Em dibînin di roja me ya îro de jî têkoşînek bêhempa ya gerîlayên serdemê li dijî artêşa duyem a NATO’yê tê meşandin. Dewleta tirk a faşîst îro ji ber ku li hemberî gerîlayên serdemê têk çûye û ji ber vê yekê hezim nake çekên qedexekirî yên kîmyewî bi kar tîne. Bêguman ev bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk ve bi destên dewletên navneteweyî, NATO’yê pêk tên. Ji ber her roja ku diçe, her kêliya ku derbas dibe hem çapemeniya HPG’ê hem jî di çapemeniya giştî de bi belgeyan diyar dibe ku çawa dewleta tirk li dijî gerîlayên azadiyê gazên kîmyewî bi kar tîne.”

‘Îspata bikaranîna çekên kîmyewî li ber çavan e û diyar e’

Xantûr Kara ya da zanîn ku hemû belge û delîl li ber çavên cîhanê ne, bal kişand bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û wiha domand: “Lê belê em îro dibînin partiyên siyasî, rêxistinên ku li pey mafên mirovan digerin, ketine pey delîl û belgeyan. Hê jî li rê û rêbazan digerin xwe bigihîjînin cihên ku bûyer lê çêbûne, ji bo delîl û belgeyan kom bikin, ji bo were îsbatkirin ku ev çekên kîmyewî tên bikaranîn. Mirov dikare bibêje ji vê şûndetir ewqas delîl û belge bi dîmen hene wê îsbatek çawa were ditîn?”

‘Divê her kes bi erka xwe ya demê rabe’

Endama koordînasyona Meclisa Îştar Xantûr Kara diyar kir ku divê her kes bi erka xwe ya demê rabe û wiha got: “Di dîrokê de ev yek gelek dubare bûye, ev çekên kîmyewî ne tenê li ser zarokên gelê Kurd tên bikaranîn di heman demê de li ser xweza û lawiran û avhewê tên bikaranîn. Mirov dikare bibêje  ev çekên kîmyewî yên li ser erdnîgariya Kurdistanê tên bikaranîn wê bandorên neyênî yên ku bi sedsalan bidomin li dû xwe bihêlin. Ji bo wê jî bangawaziya me ji gelê Kurd ê bi rûmet, kesayetên ku bi rastî mafên mirovan diparêzin re heye ku li erka xwe xwedî derbikevin. Li hemberî van nêzîkatiyên dewleta faşîst a tirk wê gerîlayên Tevgera Azadiyê û gelê Kurd bi ser bikevin. Ji bo em kêliyek zûtir,  bigihîjin azadiya fizîkî ya Rêber Apo û welatê xwe, ew keda ku bi salan e tê meşandin em bikarin bi serkeftinê tacîdar bikin divê her kes bi erka xwe rabe.”