'Xanima Şanoya Erebî' Semîha Eyûb jiyana xwe ji dest da
Piştî kariyerek tijî berhemên dramatîk û şanoyî yên ku bi dehsalan dom kir, lîstikvana jin Semîha Eyûb di 93 saliya xwe de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Hunermend Semîha Eyûb ji ber beşdariyên xwe yên di dewlemendkirina hunera şanoyê de bi berhemên bêdem ên ku li ser nifşên pey hev şopa xwe hiştine, wek 'Xanima Şanoya Erebî' tê nasîn. Xebatên wê şano, televîzyon û sînemayê vedihewîne û wek modelek hunermendek dilsoz û afirîner bû.
Di 77 salan de 170 şano pêşkêş kiriye
Hunermenda Misrî Semîha Eyûb îro, di temenê 93 saliyê de piştî ku krîzek dil derbask ir, koça dawî kir. Semîha Eyûb wek îkonek hunerî ya girîng tê hesibandin. Ji ber ku kariyera wê ya hunerî 77 salan dom kir, di nav wan de wê 170 şano pê re fîlm û rêzefîlmên televîzyonê pêşkêş kirin. Her wiha ji ber beşdariya wê ya mezin di pêşxistina şanoya Misrî û Erebî de bi navê 'Xanima Şanoya Erebî' tê binavkirin.
Destpêkirina kariyera wê ya hunerî
Kariyera wê ya hunerî di sala 1947'an de bi fîlmê "The Tramp" ku wê demê tenê 15 salî bû, dest pêkir. Piştre di sala 1953'an de Enstîtuya Bilind a Lîstikvaniyê xilas kir. Di wê demê de ligel derhênerê şanoyê Zekî Tulaimat xwend. Di navbera salên 1975 û 1989'an de du caran erka rêveberiya şanoya Neteweyî ya Misrê girt ser xwe û di navbera salên 1972 û 1975'an de wê Şanoya Modern jî birêve bir.
Hêjayî gotinê ye ku hunermend Semîha Eyûb di 8'ê Adara 1932'an de li taxa Şebra ya paytexta Misrê Qahîre jidayîk bûye û li paymengeha Bilind a Hunerên Şanoyê xwendiye.