WOLA: Sedema sereke ya kuştinên jinan zewaca temenê biçuke
Rêxistina WOLA bi parkirina heştega “#Na ji zewaca temenê biçûk re” daxwaza rawestadina zewaca temenê biçuk kir.
Navenda Nuçeyan- Rêxistina Alîkariya Yasya Jinan (WOLA) li Herêma Başûrê Kurdistanê têkildarî kuştinên jinan lêkolîn kir û daneyên bi dest xistine par kirin. Li gorî daneyên hatin girtin sedemek sereke yê zêdebûna kuştin û xwekuştina jinan zewca temenê biçûk e. Li gora daneyan derket holê ku di nava mehekê de li Koye 5 jin hatin kuştin ku sê jin ji wana di temenê biçûk de hatibûn zewicandin.
Rêxistinê li ser malpera xwe ya fermî ya facebookê bi parkirina heştega “#Na ji zewaca temenê biçuk re” daxwaza rawestadina zewaca temenê biçûk kir.