WOLA: Jin ji destê mêrên nava malbata xwe tundiyê dibînin
Di rapirsek a rêxistina WOLA de derket holê ku kesên tunditujî li jinê dikin, di pileya yekem de hevjîn, bira, bav û paşê kesê dinê ne.
Navenda Nuçeyan – Rêxistina Alîkariya Yasya Jinan (WOLA) li Herêma Başûrê Kurdistanê rêxistinek serbixwe ya ji bo hişyarkirina jinane ku alikariya jinên rastî tunditujê hatine dike û navendek wan li bajarê Silêmaniyê ye. Rêxistinê têkildarî tundutujiya nava malê li ser jinan tê kirin û sedemên kuştinên jinan rapirsek par kir.
Di rapisê de ev agahî hene: “Di rapirsek a rêxistina me çêkirî de derket holê ku kesên dibin sedemê tunditujiya li beramberî jinê di pileya yekem de hevjîn piştre bira, bav û piştre jî kesê dinê ne.”
Di encama rapirsa ku pirsa ‘Tundîtujiya nava malbatê herî zêde li ser kê tê kirin?’ hat kirin de, derket holê ku ji sedan 45.3 hevjîn, ji sedan 18.4 bira, ji sedan 16 bav, ji sedan 1 dayik, ji sedan 11.7 jî ji aliyê kesê di rêza çarem de tundîtujî li beramberî jinê tê kirin.