WHO: Li Sudanê Zarok ji tîbûnê jiyana xwe ji dest didin

WHO’ê ragihand ku li Sûdana pevçûn berdewam dike, mirov nikarin lênihêrîna tenduristî ya pêwîst bigrin û bi taybetî zarok ji tîbûnê û nexwedîbûna têrker jiyana xwe ji dest didin.

Navenda Nûçeyan – Dîrektora Giştî ya Rêxistina Tendûristî ya Cîhanî (WHO) TedroS Adhanom Ghebreyesus, di civîna çapemeniyê de WHO’ê ya bi rojeva pirsgirêkên tendûristî ya kûrêwî de der barê Sûdanê ku di demên dawî de naveroka pevçûnan de diaxivî.

Dîrektorê ku dest nîşan kir tundiua pevçûnên ku ji 15’ê Nisanê ve li Sûdan  berdewam dike zêdebûnê, balkişand ku mirov ji ber ku nekarîn bigihîjin nexweşxaneyê û nekarin xizmeta tenduristiyê bigrin jiyana xwe ji dest didin.

'Zarok ji tîbûnê jiyana xwe ji dest didin’

Dîrektor wiha axivî: "Jin nikarin bi awayekî ewle doxum bikin. Zarok ji ber bêavbûn û nexwedîbûna têrker jiyana xwe ji dest didin. Bi nêzbûna demsala baranê re, riska nexweşiyên şewb ên bi avê belav dibin zêde dibe. Li Sûdanê ji destpêka pevçûnan heta niha kesên di nava welat koç dibin û diçin welatan cîran jî di nav de 1,6 mîlyon kes koçber bûn.”

Tedros Adhanom Ghebreyesus, der bare êrîşên li dijî navendên tendûristiyê jî wiha got: “Di pevçûnên li Sûdanê de li ser navendên tenduristiyê 46 êriş hatin piştrast kirin. Ev êrişên pêkhatin jî bû sedema mirina 8 kes û 18 kes jî birîndar bûn. Ev rewşkî nayê qebûl kirin e.”