WHO: Dibe ku hejmara miriyan 8 qat zêde bibe

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir dibe ku hejmara kesên di erdheja li Bakurê Kurdistanê hat jiyîn de jiyana xwe ji dest dan bi 8 qat zêde bibe.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di daxuyaniya xwe de diyar kir dibe ku hejmara kesên di erdheja li Bakurê Kurdistanê hat jiyîn de jiyana xwe ji dest dan bi 8 qat zêde bibe.

Rayedara payebilind a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya ji Ewropayê Berpirsyar Catherine Smallwood got, "Mixabin di her erdhejê de em heman tiştî dibînin. Hejmara mirovên jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin di hefteyên pêş de gelekî zêde dibin."

Catherina Smallwood diyar kir ku şert û mercên nebaş ên hewayê metirsiya li herêmê dê girantir bibe.