Wezîra Jinan a Tûnisê: Rêya wekheviyê bi erka perwerdekirina jinan destpê kir

Wezîra Jinan a Tûnisê Amal Belhac diyar kir ku perwerdeya mecbûrî hişt ku jinên li Tûnisê beşdarî avakirina bingehên dewleta neteweyî bibin û mafên xwe bi dest bixin.

Tûnis - Wezîra Malbat, Jin, Zarok û kesên temen mezin Amal Belhac Mûsa tekez kir ku bernameya “Raedat” (bi wateya pêşeng) hewl dide ku wekhevî û derfetên wekhev di navbera zayendan de pêk bîne û pişterast kir ku bihêzkirina aborî ya jinan ji bo parastina wan ji her cûreyên newekhevî û tundiyê derfeteke sereke ye.

Wezîra Malbat, Jin, Zarok û Kesên temen mezin Amal Belhac Mûsa di dema beşdarbûna xwe ya yekemîn Foruma Erebî ya ji bo wekheviyê ku li paytexta Urdun Emanê hat lidarxistin de diyar kir ku rêya wekheviyê bi qonaxa avakirina dewleta neteweyî destpê kir û bi taybetî bi perwerdeya mecbûrî ku sêyeka bûtceyê jê re hat veqetandin de berdewam dike.

"Armanca sereke ya bernameyê avakirina wekhevî û derfetên hevpar e”

Amal Belhac Mûsa diyar kir ku bernameya neteweyî ya ji bo karsaziya jinan "Raidat", ku li Tûnisê di 8'ê Adara borî de dest bi avakirina wê kir, ev gav yek ji mekanîzmayên ku ji hêla Tûnisê ve bi mebesta yekdengkirina wekhevî û firsendên wekhev a di navbera jin û mêran de ye. Pêşvebirina karsaziya jinan wekî nêzîkatiyek neteweyî ye ji bo bihêzkirina aborî û çareserkirina cûrbecûr diyardeyên bêhêziyê ji bo komên mezin ên jinan li hemî eyaletên Tûnisê pejirand.

"Bernameyê Raidat bi armanca piştgirîkirna projeyên jinan dixebite"

Her wiha Amal Belhac Mûsa diyar kir ku bernameya "Raidat" bi armanca piştgirîkirina projeyên nûjen ên jinan û ji bo afirandina nifşek nû ji saziyên jinan ku hêmanên pêşkeftina giştpirsî û dadmendî veqetînin, dixebite û wiha got: "Armanca sereke ji vê bernameyê kêmkirina rêjeya bêkariyê ya jinan û bi taybet yên xwedî bawernameyên bilind, bi rêka çêkirina 3000 projeyên jinan ên di kategoriya projeyên biçûk û navîn e.”