Wezîr Derya Yanik: Pirsgirêk di kombûna jinan a li Taksîmê de heye

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik got: “Pirsgirêkek ne di kombûna jinan a 8’ê Adarê yan jî sedemek din de heye, pirsgirêk di kombûna wan a li Taksîmê de heye.”

Navenda Nûçeyan- Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk di bernameya televîzyonê de bi bersivdayîna pirsan nirxandina rojevê kir.

Ji Wezîr Derya Yanik pirsa Peymana Stenbolê hat kirin. Derya Yanik wiha axivî: “Peymana Stenbolê metneke çarçoveyê ye ku îradeya dewlet û partiyên endamên Konseya Ewropayê derdixe holê. Tevahiya peymana ku hatiye afirandin girîng e. Gelek komên cuda di nava çarçoveya vê metnê de xalên nîqaşê derxistin.”

Derya Yanik der barê Meşa Şeva Femînîst a ku bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Taksîmê hat lidarxistin de, wiha got: "Mijara Taksîmê di berê de di hemû çalakiyên protestoyî de gelek tê nîqaşkirin. Di şert û mercên asayî de, ji bo lidarxistina xwepêşandan û kombûnan ​​pêwîstî bi girtina destûrê nîn e. Dema mirov bixwazin li ser her mijarê bi awayekî komî nêrînên xwe bînin ziman, dikarin vê yekê bikin. Lê belê hin cih û mekanên diyar hene, ji ber ewlehiya kamûyê pêkanîna civînan hatiye qedexekirin. Taksîm jî yek ji van qadan e. Pirsgirêkek ne di kombûna jinan a 8’ê Adarê yan jî sedemek din de heye, pirsgirêk di kombûna wan a li Taksîmê de heye.”