Wezareta Tûnisê rêzefîlma "Baraa" rexne kir

Wezareta Jin, Zarok û Kesên Temen Mezin a Tûnisê jî bertek nîşanî filmê "Beraia" yê li ser zewaca urfî hatiye çêkirin ku mijara wê li dijî pirensîbên civaka Tûnisê ye da.

Tûnis – Jinên Tûnisê berî çend rojan nerazîbûn li hemberî filmê "Beraia" yê li ser zewaca urfî hatiye çêkirin ku mijara wê li dijî pirensîbên civaka Tûnisê ye nîşan dabûn, niha jî nerazîbûnek din ji aliyê Wezareta Jin Zarok û Kesên Temen Mezin a Tûnisê hat. Wezaretê bi daxuyaniyekê da nerazîbûna xwe nîşan da.

Daxuyanî wihaye: “Ew zewaceke berevajî formulên yasayî ye û tawanek ku ji aliyê qanûnê ve bi cezayê bêparkirina azadiyê ye û li gorî xala 18’an a Qanûna Rewşa Kesane û yasaya jimare 3 ya sala 1957'an a têkildarî rêxistina rewşa medenî tê cezakirin.” Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ew giringiya rola hunerê dizanin lê divê li ser mijarên wiha yên di welat de hesasiyetê didin çêkirin bê rawestîn.

Wezaretê di daxuyaniyê de da zanîn ku ewê di derbarê vê mijarê de sempozyomekê organîze bikin ku ji her kesîmê civakê têde amadebin û nêrînên xwe bînin ziman.