Wezareta jinan hewl dide jinan beşdarî xebatan bike

Bi gelek projeyan li Nîjeryayê hewl dide ji bo pêşketina jinan bênavber di nava hewldanan de ye.

Navenda Nûçeyan – Li seranserî welatên cîhanê divê girîngî ji bo pêşxistina hêza jinan were dayîn û ji bo jin di peywirên girîng ên hikumetê de cih bigrin hewldan hene. Wezîra kar û barê jinên Nîjerya Paylin Talin dibêje armanca wan ew e ku beşdarvanên jin li seranserê wezaretê cih bigrin.

Paylin Talin destnîşan kir ku wezaretê di aliyê hişyarkirin û asta bihêzkirina jinan de gelek destkeftî bi dest xistine lê belê negihîştiye armancê. Ew dixwazin ku jin di hemû qadên aborî nûneriyê bikin û rolek girîng di pêşxistinan civakê de bilîzin.

Hewl didin jêhatîbûna jinan li welatê xwe îsbat bikin

Paylin Talin diyar kir ku weke jin ew girîng dibînin hewl bidin jêhatibûna jinan di welatê xwe de baştir bikin û wiha got: “Ev yek ji wan bernameyên ku piraniya wan em encam didin, ji ber bihêzkirina jinan sereke ye û bêyê bihêzkirinê tiştek bi dest nakeve. Dema ku jin bi hêz dibin, dikarin ji xwe agahdar bin û xwe biparêzin, ji bo xwe biaxivin û girîngiyê bi dest bixin.”

Paylin Talin der barê projeya Nîjeryayê ya ji bo jinan de wiha got: “Projeyê ji şeş wilayet li seranserî herêmên jeopolîtîk dest pê kiriye, ji bo bihêzkirina jinan bilind kiriye. Proje bernameyek bingehîn e, dema em behsa bihêzkirina jinan bikin, jinên gundan jî xwedî rolên sereke ne.”