Werzîşvan û hunermendên ku piştgiriya serhildanê dikin gef li wan tê xwarin

Li Îranê du lîstikvanên tîma bîlardoya neteweyî ya Îranê Sara û Parî Baharondî û hunermend Mîna Akbarî ku wêneyên xwe yên bê hîcab parve kirin ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve gef lê wan hat xwarin.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê serhildanên ku pîştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî dest pê kirin berdewam dikin. Ji bo jinên li Rojhilat ku kampanyayên ku li dijî hîcaba bi zorî dabûn destpêkirin piştgiriya hemû aliyan berdewam dike. Endamên tîma neteweyî ya bîlardoya Îranê herdu xwişkên bi navê Sara û Parî Baharondi, wêneyên xwe yên bê hîcab li dijî hîcaba bi zorê parve kiribûn. Herdu xwişkên ku wêneyên xwe yên bê hîcab belav kirin û piştre jî diyar kirin ku ji tîma neteweyî îstîfa kirine, peyamên bi gef digrin.   

 Dê dernekevin tûrnûvayan

Sara û Parî Baharondî  ku di tîma bîlardoya jinên neteweyî de dilîzîn ji bo piştgiriya serhildanan di dîmenê ku di torên civakî de belav kirin, diyar kirin ku bi tu awayî beşdarî turnûvayan nabin û wê ji tîma neteweyî derbikevin. Di dimenê ku Sara û Parî Baharondî parve kirine de destnîşan kiribûn ku xwîna gelê Îranê bi neheqî tê rijandin û ji ber daxwaza azadiyê kirine û dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ avêtin rastî îşkence û qetliamê tên. Hat zanîn ku herdu werzîşvanên neteweyî piştî wêne û dîmen di torên civakî de belav kirin gef li wan hat xwarin.

Jinên sînemager rastî gefan hatin

Di heman demê de ji ber ku hunermend Mîna Akbarî li dijî hîcaba bi zorê bê hîcab wêne kişand û parve kir hat zanîn ku wekî gelek lîstikvan, derhêner û hunermendên ku li dijî zagona hîcaba bi zorê derketin gef li wê jî tê xwarin û xwest ku dawî li van gefan were.

Werzîşvana neteweyî bê sedem dernaxin lîstikan

Werzîşvana Îranê Fateme Adelî dema ku dilîst ji bo piştgiriya serhildanê li welat çav û devê xwe girê dabû û peyama piştgiriyê dabû. Listikvana Sepehan a Culuba Footbal (L.F.C) lîstikvana defansê ya herî bilind, piştî vê çalakiyê dernakeve lîstikan. Li gorî çavkaniyên ragihandinê yên Îranê, di lîstika li hemberî Rusyaya Spî ya herî dawî de tu sedemek nîşan nedan û derneket lîstikê, ji ber ku tu seqetiyên wê nîn in û dema ku ji kulûbê pirsîn gotin çima derneketiye kulubê bersiva “seqet bûye” da û ev yek jî bû sedema nîqaşê.