Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin

Çalakvanên mafên jinan Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî ku ev 9 mehin ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin, li dijî veguhestina Werîşe Muradî ya ji bo girtîgeha Îtlaetê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Navenda Nûçeyan- Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku roja 14’ê Gulanê çalakvana mafên jinan û Endama KJAR’ê Werîşe Muradî ku di destpêka Tebaxa 2023’an de hatibû girtin, bi fermana dadwerê ji girtîgeha jinan ji bo girtîgeha hejmara 209 a ser bi wezareta Îtlaetê hate veguhestin. Hate gotin ku Werîşe Muradî ji ber vê yekê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Her wiha çalakvana mafên jinan Pexşan Ezîzî ku ew jî li heman girtîgeha ku Werîşe Muradî têde dima, li dijî veguhestina Werîşe Muradî ya ji bo girtîgeha Îtaletê dest bi greva birçîbûnê kir.

Werîşe Muradî di 1’ê Tebaxa 2023’yan de li nêzî bajarê Sine û Pexşan Ezîzî jî di 3’yê Tebaxa 2023’an de li Tehranê hatibûn girtin. Piştî 5 mehan ji lêkolîn û lêpirsînên li navenda Îtlaetê hatibûn veguhestin ji bo girtîgeha jinan ya Evîn a li Tehranê. Tevî 9 meh li ser girtina wan re derbas dibe jî heta niha nehatine dadgehkirin.