Werîşe Muradî: Ez ê ji bo pêkanîna armancên 'Jin Jiyan Azadî' têbikoşim
Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî di peyama xwe ya bi boneya 22’ê Kanûnê Roja Jinan û Dayikan ya li Îranê pîroz kir de got, “Heta ku zilma li ser jinan bidome ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Ji bo armancên ‘Jin Jiyan Azadî’ pêk were ez ê têbikoşim.”
Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ku di girtîgeha Êvîn a Tehrana paytexta Îranê de tê ragirtin û cezayê darvekirinê lê hat birîn, bi boneya 22’ê Kanûnê Roja Jinan û Dayikan a li Îranê peyamek belav kir.
Werîşe Muradî di peyama xwe de ev tişt got:
“Cezayên ku li Îranê li ser jinan tên birîn li gorî sala borî ji sedî 35 zêde bûye û rewşa niha salên 1980’an tîne bîra mirovan. Di wan salan de, di dema şer de, di zindanan de komkujî hatin kirin û welatparêz û parêzvanên azadiyê bûn hedef. Ez Îranê hişyar dikim: Divê ev dîrok dubare nebe.
Ez tu carî ji têkoşîn û berxwedana xwe poşman nabim. Heta ku zilma li ser jinê berdewam bike ez ê têkoşîna xwe ji Kurdistanê heta Belûçistanê, ji Îranê heta Efganistanê bidomînim. Ji bo pêkanîna armancên 'Jin Jiyan Azadî' ez ê têbikoşim."