Weqfa Jina Azad derfatên perwerdê dide jinan
Rêvebera Weqfa Jina Azad Siltana Xişo diyar kir ku weqfa wan bi rêya komîteyan hewl dide ku bi destê jinan, malbat ûcivakek demokratîk ava bike.

Qamişlo- Weqfa Jina Azad li Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin dirûşmeya 'Hunera Jinan Rûmeta Civakê ye' de pêşengeha huner û karên destan ên jinan lidar dixe. Pêşengeh ji bo her kesî vekirî ye da ku afrîneriya jinan di warên karên destan, modayê û hunerê de kifş bikin. Armanca wê ew e ku nirx û hunera jinan di civakê de nîşan bide.
Hewl dide karên jinan derxe pêş
Rêvebera Weqfa Jina Azad a Sûrîyeyê Siltana Xişo da zanîn ku bi boneya salvegera Weqfa Jina Azad pêşengek lidar xistine û wiha got: "Armanca me ya sereke, her dem pêşxistina hunera jinê ye. Em dixwazin vê hunerê derxin pêş. Ji ber ku jinan gelek ked dane û xwestine tiştên herî xweşik çêkin, me jî xwest kar û keda wan bidin pêş û pêşkêşî civakê bikin. Weqf di sala 2014 an de hatiye avakirin. Navenda Weqfê ya sereke li Qamişlo ye û ofîsên wê li gelek deverên Sûriyeyê belav kirine. Karê ku li Navenda Weqfê û Ofîsên wê tê kirin, di heman demê de em li kampan jî pêk tînin wekî kampa Hol, Roj û Waşokanî."
Ji bo avakirina malbat û civakek demokratîk
Siltana Xişo diyar kir ku weqf, li ser komîteyan tê avakirin û wiha got: "Komîteyên Weqfê yên erwerdê, tenduristî, proje, dîplomasî û mafnasî hene. Komîteya Perwerdê, di weqfê de ya herî sereke ye. Semînerên fikrî ji bo jinan û civakê pêşkêş dike da ku em bikaribin bi rêya jinan malbatek û civakek demokratîk ava bikin. Şoreşa Rojava di 2012`an de destpê kir û derfetên herî mezin da jinan, gelek saziyên taybet bi destên jinan hatine avakirin. Me peymangehên muzîkê vekirine ji bo ku em bi zarokan re alîkar bin û bi taybetî jî bi zarokîn koçber re. Me spora jinan jî ava kiriye. Saziyên karê dest û dirûtinê jî hene.."