Weqfa Edwar bi komxebatekê Roja Jinên Cîhanê li jinên Xezayê pîroz kir
Weqfa Edwar a ji bo Guhertina Civakî bi boneya 8'ê Adarê bi rêya komxebatekê pîrozbahî li jinên Xezayê kir.
Xeza – Di 6'ê Adarê de Weqfa Edwar a ji bo Guhertina Civakî, di çarçoveya xebatên xwe de ji bo zêdekirina rola jinên Filistînê, bi rêya komxebatekê, ku tê de çend mijar hatin nirxandin û diyarî li jinên beşdar bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hatin belav kirin, pîrozbahî li jinên Xezayê kir.
"Em hewl didin ji aliyê derûnî ve destekê bidin jinên Filistînî"
Fîda Ebû Drabî ya ku komxebat bi rêve bir anî ziman ku di komxebatê de wan li xwestek û pêwîstiyên jinên beşdarî komxebatê bûne guhdarî kirine û wiha domand: "Bi qasî ku ji destê me tê em hewl didin xwe bighînin hemû jinan û wan beşdarî komxebatê bikin. Bi boneya 8'ê Adarê me diyariyên sembolîk pêşkêşî jinên beşdar kirin. Em hewl didin ji aliyê derûnî ve destekê bidin jinên Filistînî. Weqfa Edwar her tim hewl dide bi lidarxistina çalakî û pîrozbahiyan di meha Adarê de piştgirî bide jinên Filistînî pêre jî hêvî û daxwazên wan pêk bîne.