Weqfa Adwar armanca bilindkirina asta tenduristiyê jinan perwerde dike

Weqfa Adwar a ji bo guhertina civakî bi armanca bilindkirina asta perwerdehî û tenduristiyê kursek girêdayî tenduristiyê û mudaxeleyên despêkê ji bo jinan vekir.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- li Xezayê Weqfa Adwar a ji bo guhertina civakî, ji jinan û keçên ciwan re kursek li ser mijara tenduristiyê û mudaxeleya yekem, bi mebesta bihêzkirina rola jinan di civakê de û bilindkirina asta jêhatiyên jinan di warê tendurustî û mudaxeleyên despêkê de da ku di rewên kirîtîk û lezgîn ên wekî birîndarbûna yan rewşên deronî de karibin biryarên rast û mûdaxeleyên lez pêk bînin.

"Zêdetirî 20 jin û keçên ciwan ji kursê sûd girtine"

Koordînatora ofîsa Adwar a li Xazayê Fîda Ebû Darabî ji ajansa me re axivî û wiha got: "Weqfa Adwar li Xezayê hewil dide ku baldariya keçên ciwan ji bo parastina civakî zêde bike. Li ser vê yeke me kursek derbarê mudaxeleya yekem (isafat eweliyê) despêkiriye. Ev kurs bi armanca bilindkirina asta zanist û jêhatîbûna keç û jinan hat despêkirin, da ku xwebawerbûnê di kesayeta jinan de zêde bikin û jin di rewşên awarte de karibin mudaxale bikin. Zêdetirî 20 jin û keçên ciwan ji kursê sûd girtine."

Fîda Ebû Darabî destnîşan kir ku kurs di çarçoveya plansaziya stratejîk a ku ji aliyê Weqfê ve hatiye amadekirin da li Xezayê di astek herî bilind de jinan bi pêşbixin û jêhatiya wan xwirt bikin ku di rewşên awarte de bi zanebûn mûdaxele bikin.

mudaxeleya yekem (isafat eweliyê) tê wateya lênêrîna yekem û bilez a ku li cihê qezayê ji hêla pisporan ve ji kesê birîndar re tê dayîn û pişre jî rastî lênihêrîna bijîşkî tê kirin û di kursê de li ser birîndarbûn, şikestin, şewat, qezayên ku li ser rêkan çêdibin, tîfo û hesasiyet (alerjî) tê sekinandin.

"Mudaxeleya yekem ji bo jinan pir girînge"

Beşdarvana kursê Sundus El-Xetîb diyar kir ku ew pir bi xwestek bû ku kursek wiha bibîne û wiha got: “Dema ku min ev kurs dît ez pir kêfxweş bûm, ji ber ku di jiyana me ya rojane de li hundur an derveyî malê hewcey e, niha jî min gelek agahî û tecrûbe ji perwerdê girt û niha baş dizanim ku çawa bi birîndaran re mejûl bibim bêyî ku bitirsim. Ez dibînim ku perwerdeyek wisa ji bo jinan girînge."

"Pêwîste her jinek tevlî kursên mudaxeleya yekem bibe"

Her wiha beşdara kursê Meryem El-Batş jî wiha got: "Armanca min ya yekem ku min xwest tevlî kursa mudaxeleya yekem bibim, hezkirina min ji fêrbûnê û meraqa bidestxistina jêhatîbûnek nû bû, namze ku em rojane rastî bûyerên trajîk û birîndariyan tên û em nikarin mudaxele bikin lê niha piştî perwerdeyê emê bi awayekî herî lez mûdaxele bikin. Peyama min ji bo her jinekê ye ku vê kursê bibînin û jê sûd bigrin ji ber ku di jiyana me ya rojane de pir girîng e."