Weqfa Şems Afrîda her sal ji bo jinan pêşangeha berheman vedike

Jinên ku ji stargeha weqfa Şems Afrîda destek girtine, di pêşangeha bi navê ‘Afrîda’ de bi keda dest berhemên xwe pêşkêş dikin. Pêşangeh li Ûrmiyê hat vekirin. Di pêşangehê de tabloyên tê de destnîşan dikin ku jin bi saya vê weqfê ji tundiyê rizgar bûne,

DELNIYA ŞERÎFÎ

Urmiye- Pêşangeha bi navê ‘Afrîda’ ku berhemên keda destê jinên ku Stargeha Weqfa Şems Afrîda piştgiriya wan dike, di 27’ê Sibatê de li avahiya weqfê ya li Ûrmiyê hat vekirin. Pêşangeh rastî eleqeyek mezin a jinan hat. Jidilbûna pêşangehê û hewldan tê de tê ferqkirin. Di pêşangehê de tabloyên wêneyan, tirşîn, kax, rîçal, penîrên bi dest hatine çêkirin, cilên bi dest hatine dirûtin û gelek berhemên keda destê jinê cih digrin. Pêşangeh rastî eleqeyek mezin a beşdaran hat.

‘Ez ji vir rizgar bûm’

Endama Desteya Rêveberiya Afrîdayê Sumeya Yezdan ku di xebatên amadekariya pêşangehê de cih girtiye, beşdar bi germî pêşwazî kirin û çîroka her berhemek cuda cuda anî ziman. Sumeyye da zanîn ku di pêşangehê de bi teybetî tabloya ji cihê destê jinan ên reng bi reng pêk dihat, gelek balê kişandiye û wiha got: “Ev destên bi reng, aydê jinên ku li stargehê de diman e. Çîrokên cûda yên her yek ji wan jinan hene. Jinan bi nivîsên xwe li ser nivîsa ‘Ez ji vir rizgar bûm’ nivîsadine. Pêşangeha ku saet di navbera 1 piştî nîvroj heya 8’ê êvarê de vekiriye,  ji bo jinên ku ji tundiyê reviyane û li stargehê dimînin ji bo xwe bi hêz bikin dixebitin û ji bo berhemên xwe bidin nasîn, hatiye vekirin.

Sumeya Yezdan diyar kir ku Weqfa Şems Afrîda ji bo xizmeta jin ê zarokan dixebite ê got: “Ev weqf xizmeta taybet pêşkêşî jin û zarokan dike, saziyek civaka sivîl û serbixwe ye ku bi taybetî ji bo jinên ku rastî tundiyê hatine û zarokên ku ji perwerdeyê bê par mayîne dixebite. Weqfa ku di sala 2020’an de ji aliyê Fatîma Babaxanî ve hatiye avakirin, bi armanca pêkanîna parastina mafê jinan, destekkirina jinên rastî tundiyê hatine û ji bo aboriya xwe ya serbixwe qezenc bikin, xebatan dimeşîne.”

‘Weqf gelek xizmetan pêşkêş dike’

Sumeya Yezdan da zanîn ku weqfa Şems Afrîda gelek xizmetan pêşkêşî jinan dike û wiha dom kir: “Gelek projeyên ji bo pêkanîna ewlehiya jinên mexdûr ên tundiyê, destekkirina jinan ji bo kêrhatiyên xwe yên pîşeyî bi dest bixin û aboriya serbixwe tên avakirin. Ji bo jinên hewl didin karan bikin projeyên weke lidarxistina atolyeyan tên encamdan. Atolyeya dirûtinên bi taybetî ji bo jinan, hinek bernameyên pîşeyî yên perwerdeyê jî dom dikin. Weqf ji bo ku jin berhemên hilberandine rasterast bifroşin gel, pêşangehên werzî vedike. Di vê pêşangehê de berhemên mîna tabloyên wêneyan, tirşîn, kax, rîçal, penîrên bi dest hatine çêkirin, cilên bi dest hatine dirûtin û gelek berhemên keda destê jinê, cih digre. Ev hemû berhem etîketa Afrîda hildigre û bi saya perwerdeya ku weqf dide, tê hilberandin. Jin bi desteka weqfê li qadek bi ewle dixebitin û ji tundiyê tên parastin.”    

‘Zarok jî nehatine jibîrkirin’

Sumeya Yezdan destnîşan kir ku weqf tenê ne ji bo jinan e, ji bo zarokan jî xebatan dimeşîne û wiha got: “Di pêşangeha ku her sal em lidar dixin de, em zerfan ji bo zarokên xwedî pêwîstiyan ku bikarin daxwazên xwe tê de binvîsin datînin. Xêrxwaz van zerfan digrin û daxwazên wan zarokan pêk tînin. Bi vê sayê em ewl didin pêşî li bêparmayîna wan a ji perwerdê bigrin. Ev çalakiyên wisa, ji bo hişyariya civakê zêde bibe, pêkanîna destekê ji bo jin û zarokên mexdûrên tundiyê, gelek girîng e.”

Astengî û têkoşîna saziyek ku bi girtinê re rû bi rûye

Sumeya Yezdan anî ziman ku di salên dawî de weqfa Şems Afrîda rastî gelek astengiyan hatiye û wiha got: “Saziya civakî ya dewletê, ji bo girtina weqfê gelek hewl da. Hesabê medyaya civakî ya avakera Şems Afrîd Fetima Babaxanî hat astengkirin. Lê belê têkoşîna jinan û desteka medyayê, kar kir ku weqf li ser lingan bimîne. Yek ji pirsgirêka herî mezin a weqfê, daxwaza valakirina avahiya ku ji bo stargeh dihat bikaranîn bû. Fatima Babaxanî ev pirsgirêk bi gel re bi van gotinan anî ziman; Jin gelek bi hêz in. Bi desteka civakê û hêza xwe me dema bikaranîna avahiyê dirêj kir. Lê belê kirê û mafê bikaranîna di pêşerojê de hê ne diyar e.”

‘Em destekê didin zêdeyî 5 hezar jin û zarokan’

Sumeya Yezdan di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Di nîvê eyaletên li Îranê de ji bo jinan stargeh nayên dîtin. Ji roja ku weqfa Şems Afrîd hatiye avakirin heta niha rojê xizmetê dide zêdeyî 5 hezar  kesan. Heta îro ji bo zêdeyî 100 jinên ku mexdûrên tundiyê ne û ji bajarên mîna Ûrmiye, Bukan û Makuyê hatin, stargeh pêk anî. Lê belê zoriyên ku lê rast tên, gefên ku herî zêde bihêzkirina jinan zor dikin, didomin. Ev pêşangeh wek firsenda keşifkirina kêrhatî û hêza jinan pêşkêş kirî ye, ji bo civak jî desteka wan bike, di qonaxa bangê de ye.”