Wêneyê Rêberê gelê Kurd Abullah Ocalan hate parvekirin

Parlamenterê Partiya DEM'ê yê Rihayê Omer Ocalan, wêneyê serdana malbatê ya ku di Cotmeha 2025'an de li Girava Îmraliyê hatibû kirin, li ser medyaya dîjîtal weşand.

Navenda Nûçeyan – Wêneyekî ku di dema hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbata wî li Girava Îmraliyê de hatiye kişandin, ji raya giştî re hate parvekirin.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) yê Rihayê Omer Ocalan wêneyekî hevdîtina Abdullah Ocalan û malbata wî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal weşand.

Di wêneyê de Abdullah Ocalan, xwişka wî Fatma Ocalan û biraziyên wî hene.

Hat gotin ku wêne di dema serdana malbatê ya Cotmeha 2025’an de hatiye kişandin.