Wêneyê jineke astengdar a lingê wê zincîrkirî medya ya Tûnisê hejand

Li Tûnisê nerazîbûnek mezin li hemberî wêneyên jinekê ku lingê wê sincîrkirî yê li ser torên civakî belav kirine hat nîşandan.

 
NEZÎHA BOSAÎDΠ
Tûnis- Wêneyê jinek astengdar a 50 salî ku ji gundewarên parêzgeha Nabel a Tûnsiyê ye, bi lingên zincîrkirî li ser tura civakî hat belav kirin raya tiştî hejand. Nerazîbûnên welatiyan ên her diçe zêde dibe bû sedem ku saziyên hikûmetê tedbîrên lezgîn bigirin. Berpirsa ragihandinê ya Wezareta Malbat, Jin, Zarok û Kesên Temen Mezin Moez Hesen Fafad têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.
"Nêzîkatiyek wiha nayê pejirandin"
Moez Hesen Fafad diyar kir ku dema wêne li ser medyaya civakî hate belavkirin, wezaret di eynî kîliyê de kete nava tvgerê û wiha got: "Wezîr Amal Belhac Mûsa tîmek ji nûnerê herêmê a kar û barê jin û malbatê li parêzgeha Nabel peywirdar kir. Hat zanîn jina lingê wê zincîkirî jî di haliyê hişî de astengdare ku ji dest nexweşiyên nefsî û fîzîkî êş dikişîne û bi dayika xwe ya 80 salî û xwişkên xwe re dijî." Her wiah Moez hesen Fafad bal kişan ser wê yekê ku ev sûc bi ti awayî nayê rewakirin û da zanîn ku heya niha nasama wê û ya dayika wê tune ye.
"Li nexweşxaneyê di bin venêrîna bijîjkan de ne"
Derbarê cihê wê yê niha û tedbîrên ku ji aliyê wezaretê ve ji bo parastina wê hatine girtin Moez Hesen Fafad wiha bilêvkir: "Ew di aliyê dadwerî, ewlehî, civakî, û tenduristî ve hatiye di seqlemiyê dene û niha li nexweşxaneyê di bin venêrîna bijîjkan de ne. Ji bo wê pêwîstiyên bijîşkî û derûnî hat pêşkêşkirin. Her wiha wê li gorî encamên rapora bijîjkî, wezaret hewcedariyê bi cîhbîne. Li kêleka van wê piştgiriya madî û manewî ji bo başkirina mercên jiyana malbata wê jî bên pêşkêşkirin û wê ji bo lênerîna wê piştgiriya pêwîst pêşkêş bikin." Moez Hesen Fafad destnîşan kir ku dezgehên ewlekarî ji bo lezkirina amadekirina nasnameyê ji bo wê û dayika wê, dixebitin, da ku karibe alîkariyan werbigire. 
"Zincîrkirina jinek astengdar li dijî der mirovî ye"
çalakvana civaka sivîl Amal El-Xemarî ev bûyer weke li dijî miroviyê wesif kir û wiha got: "Rayedarên ku bi jinan re eleqedar dibin pêwîste wê ji vê rewşa felaketê rizgar bikin. Bi taybetî piştî ku derket holê dayika wê ya ku lê meyze dike jî temen mezine û hewcedariya wê jî bi lênêrînê heye. Pêdiviya balkişandina zêdetir li dozên bi vî rengî heye. Ev yek jî bi avakirina saziyekê ji bo şopandina mercên malbatên hewcedar ên ku di şert dijwar de dijîn. Bi taybetî dema ku mijar dibe di malbatekê de kesên kêmendamiya fîzîkî an derûnî di nav hin endamên wan de hebin."