Welatiyên Qamişloyê bi meşekê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin
Dayikên beşdarî meşê bûn êrîşên dewleta tirk li dijî axa Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk bertek nîşandan û gotin: “Hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk re cihê mixabinê ye.”
Qamişlo - Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê 17’ê Nîsanê êrîşî axa Başurê Kurdistanê kir. Her wiha Beriya wê jî dewleta tirk bi balafirên şer pirî caran êrîşî axa Başûrê Kurdistanê kiriye. Di heman demê de ev êrîş bi piştgirî û tevgara PDK’ê pêk hat. Li dijî van êrîşan gel û dostên Kurdan li hemû aliyên Kurdistanê û derveyî welat bi çalakiyan şermezar dikin. Duh bi şev jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Qamişloyê û bi tevlibûna gelê Qamişloyê meşeke bi meşaleyî hat lidarxistin û êrîş bi tundî hat şermezarkirin. Ciwanan bi dirûşmên “Bimre îxanet” û “Bijî berxwedana şervanan” êrîş şermezar kirin. Dayikên ku beşdarî meşê bûbûn helwestên xwe parve kirin.
“Em dev ji doza azadiyê bernadin”
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê Hêvîn Brahîm Hesen helwesta xwe wiha anî ziman: “Îro em li dijî êrîşên PDK’ê rabûne serhildanê. Îro kesên ku me digot birayên me ne êrîşî zarokên me dikin. Em wek gel piştgiriya zarokên xwe dikin û em ê her dem li ser piyan bin. Em dibêjin bila Berzanî êdî li dijî Kurdan şer neke, kesên ku şerê birayê xwe bike tu mezheb û ola wî tune ye. Îro PDK’ê bi dewleta tirk re hevkarî kiriye û bi hev re hereket dikin. Em ê her li ser piyan bin. Berxwedana me riya rast e û em di vê riyê de ne poşman in. Em ji tu kesê natirsin ji ber ku em riya zarokên xwe dişopînin. Em dev ji doza xwe bernadin û em ê her li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ku Rêberê gelê bindestan e bimeşin. Tu eleqeya PDK’ê bi kurdewariyê re tune ye. Dijmin bavê Berzanî kuştiye lê îro wî bi destên dijmin girtiye. Mirovên ku pişta wan nîn be wek xaniyek bê çira ne. Divê Kurd li her aliyê Kurdistanê û bi taybet li Başûrê Kurdistanê rabin ser piyan û vê êrîşî şermezar bikin.
“Xiyaneta PDK’ê cihê şermê ye”
Rêvebera Partiya Yekitiya Demokratîk a taxa Qudurbeg a bajarê Qamişloyê Viyan Mihemed nêrîna xwe wiha parve kir: “Em êrîşa dewleta tirk û xiyaneta PDK’ê li dijî Gelê Kurd û zarokên wan dikin bi tundî şermezar dikin. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê li dijî van êrîşan têbikoşin. Em tu caran van êrîşan li gel wan nahêlin û em ê tola xwe ji wan hilînin. Tişta ku îro PDK dike cihê şermê ye. Em li pişt zarokên xwe ne û em ê mafên xwe biparêzin.”
“Bijî doza zarokên me”
Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk a taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê Zînê Emîn helwesta xwe wiha parve kir: “Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê êrîşî axa Başûrê Kurdistanê dike. Ev êrîşên li ser me pêk tên, em dizanin, dewleta tirk dijminê me ye lê hevkariya PDK’ê ku bi navê Kurd xwe dide nasîn û demografiya wan jî Kurdistan e, sed caran mixabin êrîşî gelê xwe dike. Ev ne cara yekem e ku PDK êrîşî zarokên me dike, di salên 90 de jî êrîş kiriye. Roja ku PDK ava bûye heta niha her dem şer bi Kurdan re kiriye. Hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk re cihê mixabiniyê ye. Rojek berî rojekê bila PDK dev ji vê helwesta xwe berde, ji ber ku Kurd in û Kurdistanî ne. Ger êrîşî me bikin bila navê xwe nekin Kurd. Guleya ku li hemberî şervanên me diteqe li dilê me dikeve. Şervan gel in û gel li pey doza wan e. Her dem êrîşî zarokên me kirin û her dem binketin. Niha bi her awayî êrîşî me dikin lê em dibêjin kes nikare hêz û îradeya me bişkîne. Bijî doza zarokên me.”