Welatiyên Minbicê li hemberî êrîşan daxuyanî dan
Welatiyên Minbicê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser herêmên xwe şermezar kirin û bang li civaka navnetewî kirin ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne.
Minbic – Li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê welatî li hemberî êrîşên ser herêmê di nava çalakiyan de ne. Meclîsa Xeta Firatê a bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “29’ê Kanûna 2021’an, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê malên welatiyên li Mezreta El-Seyada ya gundewarên Minbicê bi çekên giran hedef girtin û topbaran kirin. Di topbaranê de jina 30 salî Hena Ezîz El-Elî li gel zaroka xwe ya 6 mehî jiyana xwe ji dest dan. Ziyanek mezin jî li malê welatiyan bû. Em weke welatiyên Minbicê van kiriyarên dewleta Tirk şermezar dikin û bang li civaka navnetewî dikin ku ji bo rawestandina van êrîşên li ser herêmên me têkevin nava hewildanê.”