Welatiyên Herêma Cizîrê li dijî dagirkerî û îxanetê meşiyan
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê her wiha hevkariya PDK’ê ya di van êrîşan de, bi hezaran kes herikîn qadan û helwestên xwe bi yek dengî li dijî êrîşan anîn ziman.
Qamişlo- Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê her wiha xiyaneta PDK’ê û hevkariya wê ya ji bo van êrîşan bi dirûşma “Bi vîna gelan û gerîla em ê dagirkerî û îxanetê têk bibin” meşeke girseyî li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi navê ‘Meşa Rûmetê’ hat lidarxistin. Di vê meşê de bi hezaran kesên ji tevahî herêm, bajar û navçeyên herêma Cizîrê bi hemû pêkhateyên xwe, her wiha sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, hunermend, rewşenbîr, rêxistinên jinan tevli meşê bûn û peyama serkeftinê dan. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên cangoriyên azadiyê û alên Meclisa Malbatên şehîdan hatin hildan. Meşvanan dirûşmên silavkirina berxwedana şervanên azadiyê û şermezarkririna êrîş û xiyanetê berz kirin. Meşê ji çerxeriya Osman Sebrî ya taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê dest pê kir û li ber stadyoma 12’ê Adarê ya taxa Siyahî veguherî mîtîngê.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axaftin kir.
“Sekna gelê me ya li hember dagirkerî û hevkariya dijmin helwesteke bi rûmet e”
Foza Yûsif girseya gel a meşa rûmetê silav kir, her wiha planên dagirkerî û xiyanetê anî ziman û wiha got: “Meşa rûmetê li hemberî dagirkerî û hevkariya dijmin careke din weke gelê Rojavayê Kurdistanê helwesteke bi rûmet û dîrokî nîşan da. Careke din Rojavayê Kurdistan pêşengî ji yekitiya neteweyî re kir û dengê xwe li hemberî xiyanetê bilind kir. Li her çar parçeyên Kurdistanê dijmin êrîşî me dike êrîşî çiyayên Kurdistanê dikin û li her derê şer bi gelê me re dikin û agir dibarînin. Dijiminên me dixwazin Kurd kole û xulam bimînin û hevpeymana Lozanê li ser xaka me bidin domandin ji bo Kurd nebin xwedî hêz û cihê xwe di vê pêvajoyê de negirin. Îro dagirkeriya dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê dixwaze Rojavayê Kurdistanê dorpêç bike, gelê me bi ezmûneke mezin re rûbirû ye, ev ezmûna hebûn û tunebûnê ye. Pêwîst e li hemberî vê komploya qirêj em destên xwe bidin hev û rê nedin îradeya gelê me bê hedefgirtin. Îro li şengalê bi hevpeymaneke qirêj hikûmeta Iraqê û PDK dixwazin gelê me mecbûrî koletiyê bikin, bi her awayî dixwazin em serê xwe bitewînin û teslîm bibin. Gerîlayên Kurdistanê û parezvanên wê li ser piyan in û koletiyê li ser vê civakê qebûl nakin. Sekna bi rûmet a Rêber Apo perspektîf e ji bo me li hemberî xiyanet û dagirkeriyê em ê destê xwe bidin hev û van planan vala derbixin. Sekna gelê me helwest e li hemberî van planên qirêj. Em peyama xwe bi navê we hemûyan didin û dibêijn em weke gelê Kurd di tevahî cîhanê de em ê rê nedin ev komplo bi ser kevin.
Em ê rê nedin careke din weke salên berê êdî li Kurdistanê xiyanet xwe birêxistin bike û peymanên qirêj bi ser bikevin. Gelê me xwedan artêş û vîn e nema bindestiyê qebûl dike. Îro roja helwesta rûmetê û helwesta neteweyî ye. Ji Rojavayê Kurdistanê em banga xwe ji rayedarên PDK’ê re dikin û dibêjin êdî bes e. Dijmin planên xwe bi destên Kurdan didomîne. Roj roja azadiya neteweyî ye. Bila dengê Kurdan li hemberî dagirkerî û xiyanetê rabe, bila kes hesabên şaş neke û bi qedera gelê me nelîze. Soza me li hemberî nirxên me ew e, em ê rê nedin ev plan bi ser kevin. Em ê di xeta berxwedana Rêber Apo de û di xeta rûmetê de bimeşin êdî Kurd serî natewînin.”
Kesên ku tevli meşê bûn li dijî dagirkeriya dewleta tirk û xiyaneta PDK’ê wiha nêrînên xwe anîn ziman.
“Rûmet di ser her tiştî re ye”
Şemsîxan Gulo li dijî êrîşên dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê wiha nêrîna xwe anî ziman: “Dijminên me êrîşî dîrok û çanda me dikin em bang li PDK’ê dikin û dibêjin ku êdî bes e xwefirotin rûmet di ser her tiştî re ye. Şerm e îro xiyaneta tê kirin, azadiya me li deriyê mala me ye çima PDK destên xwe dide dijmin. Şoreşa me û destkeftiyên me rûmeta me ne. Gerîlayên me ne bi tenê ne em hemû li pişta şervanên xwe ne.
“Em doza azadiya Kurdan didomînin”
Rêvebera Mala Jin a Herêma Cizîrê Îlham Omer jî wiha helwesta xwe di meşa rûmetê de bi lêv kir: “Yên ku îro destkeftiyên gelê me hedef digirin li dijî azadiya me tevdigerin. Em qebûl nakin îro dewleta tirk a dagirker bi hêsanî êrîşî herêmên me bike. Em dixwazin PDK ji vê riya şaş vegere û gelê Başûrê Kurdistanê vê yekê qebûl neke. Em domdarên doza azadiya Kurd in.”
“Ji bajarê Qamişloyê heta çiyayên azad em gerîlayên azadiyê silav dikin”
Jina bi navê Rewşen Reşîd ku bi helwesteke germ tevli meşa rûmetê bûbû ev tişt got: “Ji bajarê Qamişloyê heya çiyayên azad em gerîlayên azadiyê û zarokên xwe silav dikin, em li pey doza wan in heya em azadiya tevahî gelê xwe bi dest bixin. Bes e Gelê Kurd bila hev nekujin, bila dawiyê li Erdoxan û planên wî bînin. Em dest ji axa xwe bernadin, em li pişta şengalê ne û em ê bi ser kevin... Serkeftin ji gerîla re.”
“Meşa me meşa rûmeta gelê Kurd e”
Hindiya Mihemed a bi kelecaneke xurt tevli meşê bûbû jî wiha dibêje: “Tu kes nikare îradeya me bişkîne, şervanên me îradeya me ne. Îro erka hemû Kurdên welatparêz ew e ku erka rûmetê rakin ser milên xwe ji ber meşa me meşa rûmeta Kurdan e. Ev plan û êrîşên ku tên kirin em ê bi îradeya xwe bişkînin. Di rojên zor û zehmet de me li ber xwe da ji bo wê îro tu kes nikare li hemberî vîna me bibe kelem.