Welatiyên Şengalê li hemberî êrîşan meşiyan
Welatiyên Şengalê li Xanesorê kom bûn û li hemberî êrîşan meşiyan. Şengaliyan di meşê de peyama bilindkirina têkoşînê dan.
Şengla- Welatiyên Şengalê bi boneya şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li Xanesora Şengalê meşek girseyî pêkanîn. Meşa ji Xana Kevin despêkirî heya benda kontrolê ya Muşterek ku li wir foca 80’ê ya girêdayî Heştî Şehbî ya bi fermî bi artêşa Iraqê ve girdayî ye dawîbû. Di meşê de welatiyan bênavber duruşmên “Şehît na mirin”, “Bêjî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Şengalê”, Bijî Berxwedana Mexmurê”, “Bijî berxwedana YBŞ, YJŞ ê” û “Bijî berxwedana Rojavayê Kurdistanê” qêriyan û pankartên “Em fermanê ji bîr nakin nahêlin bê jibir kirin. Hun nikarin vîna me bişkênin, vîna me ji êrişên we mezintire” hildan. Gel li cihê Foca 8O’ê ku dewleta Tirkiyê bi balefiran Topbaran kirî kom bun û li wir peyanên xwe dan. Endamê Mekteba Siyasi ya PADÊ Hesen Hecî jî li ser navê rêveberiya xweser ya Şengalê û her wiha li ser navê Meclisa Gel a Medibanê Salih Xidir axivîn.
“Emê xeyalên şehîdên xwe pêk bînin”
Endama Kordinasyona TAJÊ Niam Bedel jî ev peyam da: “Vina me ji tang û topên wan bihêztire. Em weke civaka Êzidî êdî em ji tu dijminî natirsin. Em ê heya dawiyê xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin. Em bang li civaka xwe ya Êzidî dikin ku li beramberî tevahî pîlan û êrişan şiyar bin û bila neyên listokên dijmin. Divê civaka me bizan em bi saya xwîna şehîdan dijîn, ji bo wê divê em xwedî li ked û xwîna wan derkevin. Em Şengala xwe ji xwefiroş û dagirkeran re nehêlin a layiqê me berxwedan û serkeftine.”
“Em axa xwe ji dagirkeran re nahêlin”
Zina Ehmed ya ji gunde Siba Şêx Xidir tevlî meşê bûyî di derbarê armanca we ya tevlîbûna meşê de got: “Em weke civaka Êzidî bila tevahî dujminê me bizanin em li hemberî êriş û pilanên dijmin bêdengnabin. Emê hertim li ser piyan bin û têkoşîna xwe bidin meşadin. PDK li ser medyaya xwe dibêjin ku şengalî ji Şengalê direvin bes rastiya van gotinan nîne tev ji bo ku gelê me nevegere Şengalê û ji bo ku gel ji Şengalê bi reve vê yekê dikin. Civaka Êzidî civakak bi iradeye wê hertim jî wiha bimîne. Em gelek aştixwazin em şer tucarî naxwazin lê ger bi ser me de jî werin weke gel emê parastina xwe bikin. Em ax û kerameta xwe nadin destê dijminê xwe.”