Welatiya Behayî Parî Kargarian bi kefalet hat berdan

Parî Kargarian ya welatiya ji baweriya Behayî ya ku nexweşa dil a girane û girtiye bi kefalet hat berdan.

Navenda Nûçeyan- Parî Kargariyan ku li paytexta Îranê Tehranê dijî û di hefteyên borî de hatibû binçavkirin, bi şertê ne girtî bê darizandin bi kefalet hat berdan.
Parî Kargariyan a ku di tevahiya pêvajoya binçavkirina xwe de pirsgirêka dil jiya, di hevdîtina xwe ya dawî bi malbata xwe re diyar kir ku tenduristiya wê nebaş e.
Hat ragihandin ku li mala Parî Kargariyan ku ji baweriya Behayî ye di pêvajoya hat binçavkirin de lêgerîn hat kirin, ji bilî telefon û amûrên elektronîk, wêne û pirtûkên wê jî hatin desteserkirin.
Sedema binçavkirina Parî Kargarian jî nehat hînbûn.