“Wekheviya hemwelatîbûn maf û erkan armanca me ye”
Konferansa Diyaloga Lubnanî-Kurdî ya bi sernavê "Ber bi hevjiyan û hemwelatîbûna wekhev" ve ji bo ronîkirina doza Kurd û rastiya êş û azarên gelê Kurd ku rûbirûyî çewisandin û nijadperestiyê bûne hat lidarxistin.
CAROLINE BAZZI
Beyrûd - Konferansa Diyaloga Lubnanî-Kurdî ya bi navê "Ber bi hevjiyan û hemwelatîbûna wekhev" ve roja 29’ê Gulanê bi çend biryarên ku tê de teqezî li ser girîngiya avakirina çanda pejirandin û naskirina nasnameyên neteweyî kirin, çalakiyên xwe bi dawî kir û teqez kir ku çareserkirina nakokiyan bi riya diyalogê ye.
Divê mafê temsîliyeta Kurdan bê dayîn"
Di konferansa ku li ser dîroka têkiliyên Lubnanî-Kurdî rawestiya, mamostaya zanîngehê û lêkolînera siyasî Henan El Şaar li ser girîngiya konferansa diyalogê ji ajansa me re axivî û got: "Di konferansê de mijara Kurdên li Lubnanê piştî ku ji bo demeke dirêj hatine paşguhkirin tê nirxandin. Doza Kurd dozeke rast e û divê dewleta Lubnanê bi awayekî cidî bi wê re mijûl bibe, bi taybetî ew gel berhemdar û xebatkar e û di jiyana civakî û siyasî de cih girtiye, nemaze li Beyrûdê dengdêrekî sereke ye."
Henan El Şaar ev yek diyar kir: "Hejmara dengdêrên Kurd li navçeya Beyrûdê ya duyemîn heft hezar e, ji ber vê yekê mafê wan heye ku nûnertiya siyasî bikin, wek mesîhî û elewiyên li Trablusê û kêmarên mesîhî li Akkarê, ji ber ku em dibînin ji mafê Kurdan e li Lubnanê nûnertiya siyasî bikin digel bidestxistina mafên civakî."
Der barê girîngiya ronîkirina doza Kurd di rewşa nebûna medyaya Lubnanê de jî wiha got: "Her dozek ku tê ronîkirin divê bi şêwazek akademîk û objektîf li ser were axaftin da ku em ramanê bigihîjînin ên din bi riyeke objektîf."
Henan El Şaar bal kişand ser gelek çalakiyên ku ji aliyê komeleyên Kurd ve tên organîzekirin, bi taybetî Komeleya Newroz a Çandî ku ji sala 2018'an ve bi wan re hevkariyê dike û da zanîn ku pêwîst e xebatên van komeleyan berfirehtir bibin û bi civaka xwecihî re hevkariyê bikin.
Bikaranîna medyayê ji bo axaftina li ser doza Kurd
Parêzera Lubnanî Zeyne El-Kelab bal kişand ser girîngiya Konferansa Diyaloga Lubnanî-Kurdî û wiha got: "Li Lubnanê em banga jiyana hevbeş dikin lê carna em kêmaran ji bîr dikin û ji ber vê yekê baş dibe ku em piştgiriyê bidin hev. Bi nêrîna min divê çareserî bi riya medya û torên civakî be û hefteyek temam ji bo axaftinê li ser Kurd û doza Kurdî be, çi bi riya medyaya civakî û çi bi riya medyaya Lubnanî."
Zeyne El-Kelab behsa girîngiya rola jinan di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kir û wiha got: "Ew modeleke ku divê em hemû pê serbilind bin lê pirsgirêk ew e ku ev model nayê ronîkirin û piranî kes li ser wê tiştek nizanin. Jin di civaka Kurd de ji jinên civakên din zêdetir dikaribûne kesayeta xwe bi dest bixin. Modela jinan di rêveberiya xweser de gelek erêniyên xwe hene û di pozîsyonên biryardanê de gihîştiye wekheviyê lê jin li Lubnanê hê jî negihîştine cihên biryardayînê yên rast."
Têkildarî girîngiya diyalogê jî got: "Diyalog bi malbata biçûk, yanî ji jin, mêr, dê û bav û zarokên wan bigire heta civakê dest pê dike. Eger diyalog nebe, em nikarin gavek jî bi pêş ve biçin."
"Jin di astên pêş de ne"
Ji aliyê din ve çalakvana komeleyên xêrxwaziyê Maqbola Qeis serkeftina konferansê nirxand ku tê de behsa pêwendiyên Lubnanî-Kurdî bi hemû aliyên xwe hat kirin û dît ku ew têrker û temam bû. Di konferansê de di serî de mijara jinan hat nîqaşkirin û bêguman jin beşek ku ji mijarên jiyanî, siyasî û civakî nayê qutkirin."
Maqbola Qeis da zanîn ku konfêrans bûye şahidê beşdariyeke bi coş û gotubêjên dewlemend û berhemdar, tê de rewşenbîrên ku bi doza Kurd û dîroka pêwendiyên Lubnanî-Kurdî û her tiştê ku li ser hat rawestîn, beşdar bûn. Diyalog di navbera her du aliyan de pir girîng e.
"Avakirina Neteweya Demokratîk"
Endama Rêxistina Kongra Star a Lubnanê Natwe Xamgîn jî bal kişand ser dîroka têkiliyên navbera gelê Lubnan û Kurd û wiha got: "Divê avakirina van têkiliyan li ser bingehê demokrasî, wekhevî û jiyana hevbeş a aştiyane li Lubnanê be. Divê her kes li Lubnanê, ruxmî nasnameyên cuda, berpirsyariyê bigre ser milê xwe. Berpirsiyariya vî welatî dikeve ser milên her welatiyê Kurd, Ereb, Suryanî û Ermenî."
Têkildarî rola jinan li Lubnanê jî wiha got: "Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê parastina xaka xwe û parastina civaka xwe de mînak dibînin. Ew di rêveberiyên giştî de, di qada siyasetê de û di hemû qadan de cih digirin. Jin ji bo parastina xaka xwe, civaka xwe û heta parastina jinan jî mînak in."
Di berdewamiya axaftina xwe de Natwe Xamgîn anî ziman ku li Lubnanê helbet rola jinan girîng e, ji ber ku divê jinên Lubnanî zêdetir di parlementoya Lubnanê de cih bigirin. Gelo çawa tenê heşt jin di parlementoya Lubnanê de dikarin beşdarî biryarên siyasî bibin. Bisînorkirina nûnertiya jinan bi 8 jinan dê bibe sedema biryar û yasayên baviksalarî di parlamentoya Lubnanê de. Biryarên baviksalarî biryarên şer in, ne yê aştiyne.
Nêrîna kêm
Cîgira Seroka Komeleya Newrozê ya Çandî û Civakî Henan Osman, di destpêka konferansê de axivî û got: "Di çarçoveya vê qonaxa trajîk de ku em li welatê Ereb bi giştî û li Lubanê bi taybet dijîn, paytext Beyrûd bû şahidê konferanseke bêhempa, ku ew jî diyaloga Lubnanî-Kurdî ye. Di vê konferansê de me xemên gelê Kurd ku li welatên Erebî bi taybetî li Lubnanê jê êş dikşîne gotûbêj kir".
Henan Osman bal kişand ser wê yekê ku konferansê di du rûniştinan de behsa çalakiyên xwe kir û wê amaje bi hebûna mezin a jinan kir, ku em wê weke hêzeke mezin di dîtina çareseriyan de dibînin. Dema ku jin pêş bikeve û bibe xwedî hişmendiya civakî, siyasî û çandî wê hemû alozî bên çareserkirin. Ez bawer dikim ku dubendiya ku li Lubnanê heye û zehmetiyên ku em wek kurdên Lubnanê pê re rû bi rû ne ji nerînek kêm û hemwelatîbûna pileya duyemîn e. Armanca me ji vê konferansê wekhevî, wekheviya hemwelatîbûn, maf û erkan e û ne tenê li Lubnanê, heta li Sûriye, Iraq û Tirkiyê jî em bi hewceyî vê yekê ne".
Henan Osman her wiha anî ziman: "Em gelên bi sed salan bindest in. Mafên me li ser axa me hatine windakirin, lê li Lubnanê ev welatê demokratîk û şaristanî ku bi dehan netew û gelên ku bajarê xwe terk kirin ji ber çewsandinê hembêz kiriye, mîna Ermeniyên êdî nûnertiya wan di Meclîs û hikûmetê de çêbûye, lê gelê Lubnanî -Kurdî bi awayekî pêwîst nehat qebûlkirin. Îro em ronî didin ser van pirsgirêkan, û dipirsin çima ev nêrîna kêm? Çima Kurdên li Lubnanê ne xwediyê mafên ku divê bidest bixin".
“Tu kursî ji Kurdan re li Lubnanê nehatine veqetandin”
Henan Osman amaje bi wê yekê jî kir ku weke kêmarên din li Lubnanê, tu kursiyên parlamentoyê ji bo Kurdan nehatin çêkirin, ji ber ku Kurd weke mezhebeke Sunî tên dîtin û ne weke neteweperestekî. Di vir de trajediya mezin ev e, em têdikoşîn dikin ku bibêjin em netewek in û di vê netewê de sunî, şiîa, zerdeştî, xiristiyan û cihû hene. Em çawa dikarin van hemû kurdan sunî bihesibînin û nûnertiya wan kêm bikin bi mezheba Sunî".
Her wiha min di konferansê de dît ku nezanîna gelê Lubnanê li ser gelek mijaran heye, di nav de jî nezanîna wan a li ser hebûna Kurdan li Lubnanê. Bi baweriya min ev nezanî em wek kurd berpirsiyariya wê digirin. Her wiha aliyê din yê Lubnanî berpirs e digel reşkirina sîstematîk a medyayî û siyasî di bin zexta Tirkiyê de, ku hewl dide bandora xwe heta li Lubnanê jî berfireh bike û zextê li ser hemû çalakiyên me bike. Lewra aliyê din me nas nake û ji ber vê yekê jî divê em hewleke zêde bidin, nemaze rewşenbîr, divê em hewlên xwe zêdetir bikin yek, ji ber ku bi diyalog û danûstandinê em dikarin bibin bendeke bêserûber li hember her destwerdanên biyanî ku hewl didin bikevin nava welatên Ereban û wan ji hev belav bikin, bila diyalog bibe çareserî."
“Rola jinan a sereke di gihandina anyariyên rast ji nifşan re heye”
Jixwe konferans di rûniştina xwe ya duyemîn de li ser gelek mijaran û bi taybet rola jinan di demokratîkkirina civakê de nîqaş kir û di vê şaxê de Seroka Komeleya Jin a jinan Buşra Elî axivî û ronî bir ser dîrokê û behsa wê yekê kir ku jin çawa rola xwe di veguhertina demokratîk a civakê de bilîze.
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Ji bo jin di dema aşitiyê û şer de di cih û warên biryardanê de cih bigirin, divê hêzeke zextê ya rêxistinî ya bi bibandor ji bo jinan bê avakirin ku ji rayedar û hikûmetan bixwaze ku peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan bi giştî û mafên jinan bi taybetî pêk bînin. Her wiha jin roleke xwe ya sereke di gihandina zanyariyên rast ji nifşan re heye, bi awayekî ku wekheviya zayendî pêşde bibe, û diyardeyên tundiya malbatê, zewaca temen biçûk, zewaca bi darê zorê û hwd ji holê radike. Dibe ku di vî warî de pêwîstiya me bi avakirina akademî û saziyên jinan ên zanistî û perwerdeyî hebe ku nifşên saxlem ên ku bi rastî bi wekheviya rastîn bawer dikin biafirînin. Her wiha ji nû ve li ser medya, propaganda, edebiyat û hunerê lêvegerek were kirin."
“Şoreşa jinan a li Rojava aboriya civakî û pergala komînal teşwîq kir”
Di warê aborî de wiha behs kir: "Komkirina sermayeyê bûye diyardeyeke nexweşî ku stûnên aboriya civakî ya resen têk dide û her wiha jinan ji gelek beşan dûr dixe, an jî wan dike karmendek erzan. Lewma vegerandina wateya rastîn a aboriyê û danîna siyaseteke civakî û aborî ya hevpar a modern û saxlem, wê misoger bike ku jin jî mîna mêran çalak, bibandor û berhemdar bin."
Buşra Elî bi bîr xist ku şoreşa jinê ya li Rojava aboriya civakê û pergala komînal teşwîq kir û wiha got: "Jinên Kurd û Ereb bi taybet piştî tevlîbûna aktîf di refên Yekîneyên Parastina Jin YPJ ê karibûn destkeftiyên girîng bi dest bixin û sîstem û saziyên xwe yên parastinê bi hêz bikin".
Buşra Elî di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku çareserî di avakirin û birêxistinkirina jiyana wekhev û beşdariyê de ye, ku li ser bingehê felsefeya bi ruhê azadiya rasteqîn, wekheviya bi bandor û demokrasiya radîkal di navbera zayendan de tê damezrandin."