'Weke keseke ji herêma Deryaya Reş ez piştgiriyê didim pêvajoya aştiyê'
Ozden Unal, xelkê herêma Deryaya Reş e, projeyên biratiyê gelan di navber gelê Kurd û Tirk de û anîna ba hev a civakê û got ku ew ê bi şikandina pêşdaraziyan jiyana nû ava bikin.
ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" ku ji bo bidawîkirina şer û pevçûnên zêdetirî 50 salan domiyan û ji bo avakirina komara demokratîk hatiye destpêkirin, gihîştiye qonaxeke diyarkirî. Faktora herî girîng a ku serkeftin û mayîndetiya vê pêvajoyê misoger dike bêguman "civakîkirina aştiyê" ye.
Ji bo ku aştî ji pêvajoyeke danûstandinê yan lihevkirinek tenê di navbera hêzên siyasî de derbas bibe û formeke mayînde bigre divê civak destpêkê aştiyê ava bikin. Saziyên demokratîk, partiyên siyasî û tevgera jinan ji 27’ê Sibata 2025’an vir ve bi perspektîfek ku civakê wekî mijara pêvajoyê dibîne dixebitin.
Weke keseke ji herêma Deryaya Reş piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê
Ozden Unal diyar kir ku weke keseke ji herêma Deryaya Reş, piştgiriyê dide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.
Ozden Unal a ku zewiciye û li Mêrdînê bi cih bûye, ji ber projeyên xwe yên li ser biratiya di navbera gelan de, di nava Foruma Pêşxistina Ciwanan a Navnetewî - Weqfa Avakirin û Hêzdarkirina Aştiyê (IYDEF-PEF) de weke "Balyoza Aştiyê ya Navnetewî" hat tayînkirin.
Ozden Unal ku di heman demê de Seroka Yekîneya Jin û Malbatê ya Federasyona Hevgirtina Civakî ya Mêrdînê ye got: “Ez ji Orduyê me ango ji herêma Deryaya Reş im lê 24 sal in li Mêrdînê dijîm. Ez di warê civaka sivîl de bi navê biratiya di navbera gelan de beşdarî gelek çalakiyan bûm. Me Komeleya Biratiya Mêrdîn-Deryaya Reş ava kir. Me festîval li dar xistin; em ji Mêrdînê çûn Trabzonê. Me li Trabzonê Festîvala Bulgurê li dar xist. Bi heman awayî, mirovên ji Trabzonê hatin Mêrdînê û me Festîvala Ansûyan li dar xist. Bi kurtasî, bi navê biratiyê gelek projeyên cuda hebûn. Armanc ew bû em herdu gelan nêzî hev bikin. Bi rastî me bi salan berê gava yekem ber bi pêvajoya aştiyê ve avêt.”
'Me di navbera gelan de pir ava kirin'
Ozden Unal, diyar kir ku wan dixwest bi gelek projeyan pirên biratiyê ava bikin, beriya ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê bike û got: “Me di navbera gelan de pir ava kirin” Ozden Unal behsa rola jinan di pêvajoyên aştiyê de kir û wiha domand: “Jin mîmarên aştiyê ne. Ji ber ku jin jiyanê diafirînin, wê didomînin. Bi vê wateyê, aştî û jin hêmanên temamker in.”
Ozden Unal daxwaza xwe ya avakirina jiyana bê baş û rast anî ziman û diyar kir ku ew ê bi şikandina pêşdaraziyan tiştekî nû ava bikin û wiha bilêv kir:
“Ger em behsa lihevkirina civakî dikin divê em hemû bi hev re bixebitin da ku aştiyê li her deverê, ji rêveberiyên herêmî bigre heta saziyên giştî, civakî bikin. Gavên takekesî têrê nakin; divê gavên civakî di her warî de werin avêtin. Divê her kes, ji rêveberiya herêmî bigre heta saziyên giştî, ji saziyên giştî bigre heta civaka sivîl, vê pêvajoya aştiyê hembêz bike. Em ê pêşdaraziyan bişkînin. Her tişt dê bi şikandina pêşdaraziyan dest pê bike. Em dizanin ku şikandina pêşdaraziyan ji parçekirina atomê dijwartir e, çi dibe bila bibe em ê ji bo misogerkirina serkeftina vê pêvajoyê bixebitin.”
'Divê em pêvajoyê ber bi pêş ve bibin'
Ozden Unal bang li hemû beşên civakê kir ku piştgiriyê bidin pêvajoyê da ku hem di civaka Kurd û hem jî di civaka Tirk de êş û windahiyên nû neyên jiyîn û wiha berdewam kir: “Em dixwazin xwîn raweste, dayîk edî êşê nekişînin. Em dixwazin pereyê ku ji bo şer were xerckirin, ji bo kar, ciwanan û derfetên kar were xerckirin. Ger ev pereyê ku ewqas sal li ser şer hatiye xerckirin ji bo deverên me behs kir bihata veqetandin, Tirkiye dê bibûya hêzeke super. Bi kêmanî êşa me bi pêvajoya aştiyê re wê tunebe. Lê niha divê em pêvajoyê ber bi pêş ve bibin.”
Ozden Unal diyar kir ku hinek hêz hene dixwazin pêvajoyên şer û pevçûnê berdewam bikin û tekez kir ku ew di aştiyê de îsrar dikin. Ozden Unal wiha domand: “Komek heye ku dixwaze şer berdewam bikin ji ber ku ew jê sûdê digrin. Bêguman, ew ê nexwazin bi hêsanî dev ji wê desthilatdariyê berdin lê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Lê belê pêvajoya li Tirkiyeyê dikare ji bo Rojhilata Navîn bibe modelek. Tirkiye di rewşeke wisa de ye ku girîngiya wê ya jeopolîtîk pir mezin e. Em welatek in ku Asya û Ewropayê bi hev ve girê dide. Pêvajoya aştiyê, gavên aştiyê yên li vir tên avêtin dê bi awayekî erênî li ser welatên din bandor bike. Bi heman awayî, rawestandina pevçûnan li Rojhilata Navîn û welatên din ên Efrîkayê dê bi awayekî erênî li ser Tirkiyeyê bandor çêbike. Pira siyasî di navbera welatan de, hevgirtina çandî û riyên aştiyê dikarin bi hev re werin avakirin.”
'Têkoşîna ji bo rizgariya jinan berdewam dike'
Ozden Unal diyar kir ku jin ji bo aştiya mayînde divê di hemû waran de çalaktir bixebitin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tevlîbûna jinan a siyasetê wê bêhtir tiştan biguherîne. Bêyî jinan aştî tune ye. Divê jin di pêş de bin. Li vir gelek karên baskê siyasî heye ku bike. Divê pergala zîpê were bicihkirin. Divê temsîliyeta wekhev di hemû partiyan de were sepandin. Divê jin di her warê jiyanê de, di jiyana civakî de bêhtir beşdar bibin. Divê jin di jiyana çandî, jiyana aborî û jiyana bazirganî de bin. Di vê nuqteyê de, têkoşîna ji bo rizgariya jinan berdewam dike. Divê em her warê ku jin lê bihêz in biparêzin. Em bawer dikin ku aştî dê bi hevgirtina jinan zûtir li welat belav bibe. Bi gotineke din, jin di civakê de çiqas bihêz bin, civak jî ewqas bihêztir dibin.”